AvEG-Kon: Li Pirsûsê AKP'ê xwest, DAÎŞ’ê kir

AvEG-Konê, qurbaniyên Pirsûsê bi bîr anîn û got, "AKP'ê zemîn amade kir, DAÎŞ'ê jî komkujî pêk anî."

Konfederasyona Penaberên Bindest ên Ewropayê (AvEG-Kon), ji bo 33 ciwanên li Pirsûsê hatî kuştin daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye: "20’ê Tîrmeha 2015'an li ser banga SGDF'ê, bi sedan ciwanên ji bo tevli xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin li Pirsûsê, li ber Navenda Çanda Amara civiyabûn. Di dema ku daxuyaniya çapemeniyê dihat dayîn de, çeteyên piştgirî ji dewletê digirtin, li hemberî wan komkujiyek pê anî. Di vê rêwitiya xeyalan de 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dan, ji sedî wêdetir jî birîndar bûn.”

'AKP’Ê XWEST TOLÊ HILÎNE'

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji bo ji banga Rojava re bibin bersiv, bi dengê xwe can bidin jiyana nû, derketin ser rê. Xwestin li Kobanê ya ku ji DAÎŞ’ê hatî rizgarkirin, pirtûkxane, parkên zarokan çêbikin, daran biçînin, li wê derê di lêkirina avahiyan de bixebitin, li nexweşxaneyan xizmet bikin. Lê hatin kuştin, çimkî dîktatoriya Erdogan/AKP a ku xeyalên wan ên xistina Kobanê pêk nehatî, xwest bi DAÎŞ’ê re ji kesên ku xwedî li Kobanê derdikevin, ji sosyalîstan, şoreşgeran tolê hilîne.

Dîktatoriya faşîst a Erdogan/AKP’ê, 7’ê Hezîrana 2015’an têk çû. Lewre serkeftina HDP’ê hezim nekir û dest bi konsepteke nû ya şer a qirêj kir. Piştî komkujiya Pirsûsê li Enqerê, Îstanbûl-Sûltanahmetê, li Balafirgeha Îstanbûlê, li Cizîr, Sûr, Silopî, Gever, Xarpêt û gelek cihên dîtir komkujî pêk anîn, bajar bi erdê re kirin yek, mirov di jêrzemînan de şewitandin.”

'JI BO HESABPIRSÎNA PIRSÛSÊ…'

AvEG-Konê, wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Bi hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an re zemîna dîktatoriya yek-zilamî tê têkûzkirin. Hilbijartinên ku bi her cure hîle, zext û bazariyên kirêt hatî qezençkirin rewa nîn e. Lewma ji bo hemû kes û derdoran pêvajoyeke xurtir, bi biryartir û ji xwebawer a têkoşîn destpê kiriye. Ji bo wê, di vê heyamê de ji bo hesabpirsîna Pirsûsê derketina kolanan girîng û watedar e. "