AvEG-Kon: Em ji bo Efrînê tevlî Newrozê bibin

AvEG-Konê bang li her kesî kir ku bi ruhê berxwedana Efrînê dakevin qadên Newrozê.

Konfederasyona Koçberan a Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li her kesî kir ku bi ruhê Efrînê tevlî Newrozê bibin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker bi desteka dewletên emperyalîst, ji 20'ê Çileyê û vir ve cih û warê gelê Efrînê xera dike, sivîlan dikuje, sûcên şer dike û bi kuştinê bi ser gelên Efrînê ve diçe.

AvEG-Konê destnîşan kir ku gelê Efrînê bi heybet li dijî duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê li ber xwe dide û vê helwesta gel, çeteyên atrêşa Tirk a faşîst û emperyalîst matmayî hiştiye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Newroza îsal wê bi ruhê Efrînê were pîrozkirin û li dijî helwesta qedexekar a dewleta Elman ku li dijî gelê Kurd nîşan dide, banga têkoşînê kir.