AvEG-Kon: Dengek ji bo HDP'ê, yek jî ji bo Demîrtaş

AvEG-Konê bang li dengdêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê kir: "Em dengekî xwe bidin HDP'ê, yekî jî bidin Demîrtaş. Bi vî rengî em hesab ji dîktatoriya AKP/Qesrê bipirsin."

Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) bi wesîleya hilbijartinên 24'ê Hezîranê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku HDP li gel hemû êrîş û gefên lê tên xwarin jî bi coş, biryardarî û baweriya hesabpirsîna ji faşîzmê karê xwe yê hilbijartinê didomîne û hate gotin, "Her ku anket nîşan didin ku dîktator Erdogan ê faşîst bi ser nakeve, hîn bêhtir êrîş dike. Bi rengekî bêçare gefa îdamê dixwe, bombeyan li Başûrê Kurdistanê û Qendîlê dibarîne, hewl dide nîjadperestiyê li nava civakê sor bike û bi vî rengî piştgiriyê bigire."

AvEG-KON'ê bi bîr xist ku mîna 7'ê Hezîrana 2015'an wê çarenûsa dîktator ji aliyê HDP'ê ve diyar bibe û ev bang li dengdêrên li Ewropayê kir: "Ji bo serketina têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê, dengên Ewropayê girîng in. Divê em teqez tevlî dengdanê bibin û dengekî xwe bidin HDP'ê, yekê jî bidin Demîrtaş. Bi vî rengî hesab ji dîktatoriya AKP/Qesrê bipirsin ku xwe ji şer û xwînê xwedî dike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo hesabê komkujiyên li Pirsûs, Enqere, Amed, Stenbol, Roboskî, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Silopiya û hemû komkujiyên din bê pirsîn, divê dengek ji HDP'ê, yek jî ji Demîrtaş re bê dayin.