Avahiya HDP'ê ya Navçeya Stenbol Bahçelîevlerê, ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek wê daxuyaniyê lê bidin, ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin. Destûr nayê dayîn hevserokên partiyên pêkhateyên HDP'ê û rojnamevan bikevin nava kolana avahiya HDP'ê lê ye.
Polîsên ku li pira Şîrînevlerê benda kontrolê danîn, mirovên dixwazin derbasî qada Şîrînevlerê bibin di kontrola GBT de derbas dikin û li wan digerin. Yên ku ala HDP'ê jî di çenteyê wan de hebe, nahêlin derbas bibin.
Kolana Nîl a avahiya HDP'ê lê ye, ji aliyê polîsên 'tevgera taybet' ve hatiye girtin. Li pêşiya kolanê TOMA hatine bicihkirin.
Yuksekdag ket hundirê avahiyê, lê belê endam û rêveberên HDP'ê û hevserokên partiyên pêkhatinên HDP'ê dikin nakin nikarin derbas bibin. Di nava yên tên sekinandin de Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlû jî heye.