Avahiya HDP'ê ya Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat vekirin

Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Wanê, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat vekirin.

Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Wanê, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat vekirin.

Di merasîma vekirina avahiya HDP'ê ya Bajarê Wanê ya li qada Beşyolê de deh hezar kes amade bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên aştî û azadiyê Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Wanê Derya Havya peyivî û got, "Ji vî dilê we yê mezin, HDP a bi felsefeya rêbertiyê ya Birêz Ocalan derketiye holê, deriyên xwe li tevahiya gelên li Tirkiyeyê vekiriye. Em partiya gelan e. Serketina Kobanê jî serketina gelan e û ev serketin mizgîniya serketinên dema pêş e."

Havya diyar kir ku ew ji bo avakirina jiyaneke nû bangê dikin û got, "Jiyana nû, demokratîk, ekolojîk û civaka wekhev a azad, sedema hebûna me hemûyan e. Ev yek di eslê xwe de sedema hebûnê ya hemû gelan e."

'EM DARVEKIRINÊN LI ÎRANÊ Û ÊRÎŞÎN LI DIJÎ HDP'Ê ŞERMEZAR DIKIN'

Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî jî got, "Ev 40 sal in di vê rê de em berdêlên giran didin. Yên li Îranê Saman Nesîm bi darve kirin bila vê baş bizanibin, Hûn Nesîmekî bi darve dikin, lê bi hezaran Saman Nesîm tên. Gelê Kurd gelekî bi vî rengî ye. Banga me li hikûmeta Îranê ew e ku dest ji van polîtîkayên xwe berde. Em baş dizanin ku bi van êrîşan re çi tê plankirin, lê wê negihêjin armanca xwe."

'AKP BI PAKÊTA EWLEKARIYA HUNDIRÎN RE BINGEHÊ JI KOMKUJIYÊN NÛ RE AMADE DIKE'

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî got, "AKP dixwaze bi destê polîsan hilbijartineke din qezenç bike, lewma pêwîstiya wê bi xurtkirina destê polîsan heye. Navê vê xebatê jî pakêta ewlekariya hundirîn e. Weke HDP em niha li Meclîsê li dijî vê pakêtê li ber xwe didin û em ê vê berxwedana xwe dewam bikin. Gelê Kurd wê di 7'ê Hezîranê de AKP'ê bixe qutiyên pêlavan. Bila kes ji vê gumanan neke. Ji bo aştiyê samîmiyet divê, AKP di mijara aştiyê de samîmî nîne. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dibêje 'Ji AKP'ê bawer nekin, ji vîna xwe ya cewherî bawer bikin'. Di mijara aştiyê de navê yekane yê samîmî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e."

Di merasîma vekirinê de jî hunermend Ferhad Tûnç bi hunera xwe derket pêşberî beşdaran.