Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Avahiya BDP'ê ya Mezîtliyê rastî êrîşê hat

Avahiya BDP'ê ya Mezîtliyê rastî êrîşê hat

Avahiya BDP'ê ya navçeya Mezîtliya Mêrsînê ku di bin kamerayan de tê parastin şevê din rastî êrîşa bi kevir hat.

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê şevê din rastî êrîşa bi kevir ya kesên nasnameya wan nehat zanîn hat. Avahiya BDP'ê ku cara 3'emîne rastî êrîşê tê, dîsa rastî êrîşa bi kevir hat û camên avahiyê şikestin. Li gel ku li kargeriyê kamerayên ewlehiyê zêde ne û çûn û hatin pir zêde ye jî dîsa êrîş bi hêsanî pêk hat.

Piştî êrîşê serê sibê Hevserokê BDP'ê yê Mêrsînê Halîs Ernarîcî, Şaredarê Akdenîzê M. Fazıl Turk, Serokê BDP'a Mezîtliyê Reşit Ersoy û rêveberên BDP'ê hatin navçeyê û êrîş şermezar kirin. Hevserokê BDP'ê yê Mêrsînê Halîs Ernarîcî, êrîş şermezar kir û ji midûrê polîsan yê Mêrsîne xwest bi lezgîn bûyerê ronî bike û bersûcan derxe pêşberî dadgehê.

Piştî bûyerê polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn û lêpirsîn dan destpêkirin.