Avabûna YDGK’ê bi meşekê hat silavkirin

Avabûna YDGK’ê bi meşekê hat silavkirin

Îlankirina Yekitiya Jinên Ciwan a Şoreşger ya Welatparêz (YDGK) bi meşeke meşaleyî hat silav kirin.

Avabûna  Yekitiya Jinên Ciwan a Şoreşger ya Welatparêz a Wanê (YDGK) û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Welatparêz (YDG-H) li taxa Xaçortê li  kolana Surmelî bi meşeke meşaleyî hat silavkirin.  Ciwanan bê navber dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo’, ‘Jin jiyan Azadî’ berz kirin û her wiha pankarta ‘Em dê hesab ji sîxuran bipirsin’, ‘Ji Rêber Apo re azadî’ hildan.

Her wiha wêneyên Mahsum Korkmaz û alên PKK’ê hatin hildan. Endamê YDGK’ê daxuyanî da û got: “Avabûna me  hedefa wê eve ku azadiya jinên ciwan bi felsefeya azadiya serokatiyê bibe yek.  Ji vir şûnde li her derê em dê têkoşîna azadiya jinê bilind bikin.  Bêtehemuliya pergalê ya li dijî jinê derketiye holê.  Li Parîsê 3 hevalên jin hatin qetilkirin. “

Piştî daxuyaniyê ciwanan meşa heta ber Garaja Şaredariyê domand.