Atay: Me bi gelan re tifaq kir

Namzetê rêza yekemîn ê parlamenteriyê yê Hatayê Bariş Atay got, her kesên ji bo mafên mirovan û azadiyê têdikoşin divê li cem HDP'ê cih bigirin.

Bariş Atay ku tevî lîstikvaniya xwe, bi nasnameya xwe ya mûxalîf jî baş tê naskirin, di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de namzetê HDP'ê yê rêza yekemîn ê Hatayê ye.

Atay li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê û karê xwe yê ji bo hilbijartinê yê li Hatayê ji ANF'ê re axivî.

'LI DIJÎ TARÎTIYÊ MIN CIHÊ XWE DI NAVA HDP'Ê DE GIRT'

Atay da xuyakirin ku Tirkiye bi destê desthilatdariya heyî ketiye nava tarîtiyê û li dijî vê yekê ew bi berpirsyarî rabûye û cihê xwe di nava HDP'ê de girtiye. Atay diyar kir, 24'ê Hezîranê wê hilbijartineke gelekî girîng bê kirin û got, tifaqa HDP'ê ya bi rêxistinên çep, sosyalîst û şoreşger, ji bo bicihanîna daxwazên gel tifaqeke gelekî girîng e.

'MECBÛR E KU HDP JI BENDÊ DERBAS BIBE'

Atay da xuyakirin, yekane keleha ku li ber faşîzma AKP'ê radibe HDP ye û got, "Derbasbûna HDP'ê ji bendê mecbûrî ye. Bi saya vê yekê wê derb li faşîzma AKP'ê were xistin. Ev yek di nava gelê Antakyayê de bersiveke mezin dibîne. Heta dawiyê cihê xwe di nava vê piştgiriyê de digirin û pê bawerim ku wê bi encameke gelekî xweş me bişînin meclîsê."

'EM Ê PIRSGIRÊKAN BIXIN ROJEVA MECLISÊ'

Bariş Atay da xuyakirin ku eger weke parlamenter cihê xwe li meclîsê bigire, wê destpêkê bandora şerê Sûriyeyê li Hatayê bixe rojevê û işaret bi pirsgirêkên giran ên aboriyê yên gel kr.

Atay got, "Ji ber hilweşîneriya ku polîtîkaya li ser Sûriyeyê rê li ber vekir, di nava gelê Hatayê de pirsgirêkên giran ên aboriyê hne. Ji bo em vê rewşa xerab a aboriyê çareser bikin, divê em bi gel re di nava pişteavniyê de bin."

BARIŞ ATAY KÎ YE?

Bariş Atay sala 1981'ê li Elmanyayê ji dayik bû. Heta sala 1999'an li Elmanyayê ma û piştre li Antakyayê bi cih bû. Atay ku mafê xwendina Beşa Biyolojiyê ya Zanîngeha Çûkûrovayê qezenç kir, ji ber ku gelekî hez ji şanogeriyê dikir, xwendina xwe nîvco hişt û berê xwe da Stenbolê. Atay ji Beşa Şano ya Zanîngeha Yedîtepeyê mezûn bû. Atay di rêzefîlmên "Haci", "Şohret" û "Arka Siradakîler" û fîlmên "Kavûk" û "Zîncîrbozan" de bal kişand ser xwe.