Atalan: Meşrûtiyeta serokkomar nemaye
Li hember gotinên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li Êlihê ji namzetê HDP’ê yê Êlihê Alî Atalan bersiv hat. Atalan got: "Ti meşrûtiyeta Serokkomar Erdogan ê hatiye Êlihê nemaye.”
Li hember gotinên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li Êlihê ji namzetê HDP’ê yê Êlihê Alî Atalan bersiv hat. Atalan got: "Ti meşrûtiyeta Serokkomar Erdogan ê hatiye Êlihê nemaye.”
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê hat Êlihê li ber Walîtiyê bi hilbijêrên AKP’ê re hat gel hev. Di mîtînga ku pir lewaz derbas bû, Erdogan HDP bi rêyên neyekser ‘Zerdûşt’ îlan kir, meala Kurdî ya Qurana Kerîm ku kir destê xwe behsa îcraatên AKP’ê yên li Êlihê kir. Ji Erdoganê ku heqaret li karkerên ji kar hatin avêtin kir, bersiva yekemîn ji namzetê HDP’ê yê rêza yekemîm ê Êlihê Alî Atalan hat. Atalan got ku meşrûtiyeta cihê serokkomar nemaye û got: “Careke din derket holê ku ne serokê cumhur serokê AKP’ê ye. Li şûna ku tevayî civakî hembêz bike, yekîtiyê biparêze ketiye nav helwesteke ku civakê parçe dike û ev li ti deverên cîhanê nehatiye dîtin… Ev qet nayê qebûlkirin. Em ê van gotinên Erdogan ên civakê parçe dike binirxînin û hem jî em ê derbarê wî de gilî bikin.”