Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, diyar kir ku pakêta ewlekariyê ya hikûmet dixwaze bike qanûn, qanûna darbeyê ye û bi vê qanûnê tê xwestin ku gel bikeve rewşeke ku muxalefetê neke.
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, li Meclîsê têkildarî pakêta ewlekariyê axivî. Ata gotinên Serokwezîr Davutoglu yên, “Ev li hember molotofê dernakevin, ma bila avêtina molotofan ne sûc be?” bibîr xist û got ku parlamenterên AKP’ê nizanin ku li gor Qanûna Cezayê ya Tirk ligelxwegirtina molotofan û avêtinan wan sûc e û cezayên giran di vê mijarê de tên dayîn. Ata wiha axivî: “Armanc ev e ku vê qanûnê bi civaka Tirkiyeyê bidin qebûlkirin. Armanca ku van xalan tevlî dikin ev e. Dibêjin, ‘Binêrin em li hember vê têdikoşin.’ Lê bila zanibin ku êdî civaka Tirkiyeyê bi van derewan naxape.”
Ata got ku ev qanûn wek darbeyê ye û got, “Bi vê qanûnê tê xwestin welatî bikevin rewşeke ku nekaribin muxalefetê bikin. Ji rêveberiyên ku muxalefet bihêz be, em dibêjin demokrasî. Navê civakên ku muxalefeta wan nîne dîktatorî ye.”
Ata axaftina xwe wiha domand, “Armanca we ne avakirina welatê gel e. Armanca we avakirina lingên dîktatoriyê ye.”