Asya Ebdullah: Vekirina korîdorekê aliyekî stratejîk e

Asya Ebdullah: Vekirina korîdorekê aliyekî stratejîk e

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah bang li tevahiya hêzên navneteweyî kir ku ji bo parastina bi hezaran welatiyên sivîl ên Kobanê korîdorekê vekin û wiha got: "Niha Kobanê rewşekê nû jiyan dike di encama vî şerê de bi hezaran mirov bê mal man û herêm ji ailyê çeteyan ve hatiye talankirin. Di destpêka êrîşan de ji bo komkujî pêk neyên welatiyên kobanê berê xwe dan Bakurê Kurdistanê, lê niha li gora pêşveçûnên heyî gel amadekariyên vegerê dike. Niha bi hezaran welatî di nava Kobanê de hene. Ji bo vê vekirina korîdorekê aliyekî stratejîk e."

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)'ê Asya Ebdullah der barê rewşa herêma Kobanê, asta berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê û bandora vê berxwedaniyê di aliyê siyasî de û her wiha girîngiya vekirina korîdoreke mirovahiyê ji bo Kobanê beşdarî Bernameya Taybet a Ronahî TV bû û pêwîstiya vekirina korîdoreke mirovahiyê ji bo destekdayîna berxwedana Kobanê ji aliyê çekan anî ziman.

Asya Ebdullah wiha bersiv da pirsên Ronahî TV:

Hûn çawa berxwedana du mehan dinirxînin, şer di kîjan astê de ye?

Li ser berxwedana Kobanê du meh derbas bûn. Kantona Kobanê ji aliyê DAIŞ'ê ve rastî êrîşên herî dijwar tê, ev êrîşên han pir berfireh bûn. DAIŞ  bi hemû çekên ku ji Mûsil û herêmên Sûriyeyê xistibûn dest xwe, her wiha bi hêzên xwe yên Reqqa, Tilebyed, Minbic û Cerablûs êrîşî herêma Kobanê kir. Ev êrîş ev du meh in bê navber berdewam dikin. Ji bo wê berxwedaniya Kobanê pêwîst e ji her alî ve bê nirxandin. Kobanê eger îro bû rojeva hemû gelê Kurd, tevahî hêzên siyasî û navnetewî û hêzên demokratîk ev bi saya berxwedana ku li Kobanê qewimiye. Ji ber ev berxwedan bi derfetên ku li herêmê hebû, bi îradeya gel, pêşengtiya YPG û YPJ'ê û bi taybet şehîdên ku bê dudilî, bi daxwaziya felsefe û jiyaneke azad ji bo gelê Kurd û tevahiya gelê herêmê, bi vê felsefe berxwedaniya Kobanê heta roja îro berdewam dike. Berxwedana Kobanê berxwedana ji bo rûmeta tevahiya gelê Kurd e, ji ber Kobanê herêmekê Kurdî ye û ev êrîş gelê Kurd hedef digirin û armanca van êrîşan komkujiyeke din wekî ya li Şengalê, her wiha valakirina vê herêmê û dagirkirina wê ji aliyê DAIŞ'ê ve, bi giraniya van armancan êrîşî kantona Kobanê hat kirin, lê berxwedana Kobanê berxwedaneke bê sînor bû. Êrîşên ku pêk hatin ne normal bûn. DAIŞ'ê bi çekên herî giran êrîş kir û bi rojan bê navber şer berdewam kir. Ji bo wê qonaxa yekem ji berxwedanê ku li gundên Kobanê pêk hat bi xwe destaneke û YPG li gorî derfetên heyî dikaribû bi rojan li derveyî bajar şer bike. Çiqas DAIŞ xwedî hêz û çekên giran e, lê YPG û gelê Kobanê xwedî vîneke pir mezin in. Ji bo wê em dikarin bêjin şerê Kobanê şerê îrade û îsrarkirina di xeta demokrasiyê de ye. Di nava berxwedana Kobanê de bav û keç şehîd ketin, sê ji malbatekê şehîd ketin, her wiha zarok şehîd ketin, dayik û jinên Kobanê bi sekin û vîna xwe ya berxwedanê hîştin ku ev berxwedan bigihêje vê astê. Berxwedana Kobanê li hemberî hêza herî xeter li ser gelê herêmê bû. Êrîşa li dijî kantona Kobanê êrîşa li dijî tevahiya gelê Kurd e. Eger xeta berxwedanê li Kobanê bi serneketiba dê rewşeke nû li herêmê biqewimiya û xeteriyeke gelek mezin li ser gelê Kurd hebaya. Ji ber vê yekê em encamên berxwedaniya Kobanê  wekî destkeftiyên gelê Kurd ên netewî û hêzên demokratîk dinirxînin.

Em bibêjin DAIŞ têk çû? Ji bo dema pêş çi divê werin avêtin? Eger DAIŞ ji Kobanê derkeve gelo wê hemû wê ya li Reqqa û Cereblusê ji bo Kobanê metirsî be?

Dema ku DAIŞ'ê êrîşî kantona Kobanê kir dem diyar kir û armanca wan ew bû ku Kobanê weke deverên din bikeve bi  kontrola wan, lê DAIŞ derbeyên herî giran li Kobanê xwarin, hejmara kuştiyên wan yê herî zêde di berxwedana Kobanê de bûn , bi taybet kesên wan yên payebilind û di asta fermandariyê de , DAIŞ li hember berxwedaniya Kobanê derbeya herî giran jiyankir û heta niha jiyan dike, di bo vê yekê encama berxwedana Kobanê ji her alî de xwedî bandoreke mezin li ser DAIŞ bû,  lê  Kobanê ji aliyê DAIŞ ve hatiye dorpêçkirin û  DAIŞ  gelek hêzên xwe li van herêman bi cîh kiriye  bi taybet  bajarên mezin yên weke parêzgeha Reqqa , her wiha desteka ji derve  ji wan re hatiya, ji ber vê yekê berxwedana Kobanê ne tenê li dijî hêzeke  ku  êrîşî herêmê dike , berxwedana Kobanê li hember hêza DAIŞ ya li Reqqa, Minbic, Cerablûs û Til Ebyedê ye lewra heta niha metirsî heye ji ber Kobanê  di dorpêçê de ye û heta ev herêm di bin kontrola DAIŞ de bin dê ev metirsî berdewam bike, gava yekem ew e  ku DAIŞ ji herêma Kobanê bê derxistin , lê  ji bo têkbirina DAIŞ ê li heremên din û vegera  gelê herêmên han careke din li jiyana hevbeş a di nava kurd û ereb de divê hewldanên  lêxistina DAIŞ li wan herêman  xurt bibe  û ev jî girînge û  ji bo wê jî xebatên hevbeş divê  bên meşandin , her wiha  mijara din ew e ku her çiqas DAIŞ  ji aliyê YPG û balafirên kowalisiyonê ve  derbeyên giran dixwe    lê hîna çekên giran di destê wê  de heye û bi taybet dema ku li hember berxwedaniya YPG têkdiçe sivîlan  hedef digire û heta niha bi dehan sivîl birîndar û şehîd ketine ji wan zarok û jin jî hene, ji ber vê yekê  ev çekên giran dê herdem li ser jiyan sivîlan û bi taybetli ser jiyan  gelê me yê Kobanê metirsî be, lewra divê ji aliyê istratîjîk de ev mijar were nirxandin  bi taybet ji bo kantona Kobanê dive desteka çekên giran  were dayîn ji bo ku kantona Kobanê sîstemeke xwe yê parastinê li dijî DAIŞ hebe  pêwistiya xwe bi çekên giran heye.

Berxwedana Kobanê dengvedaneke mezin li cîhanê çêkir. Bandora wê heta çi astê bû?

ev du salin rojavayî kurdisatnê rastî êrîşan tê ji êrîşên serêkaniyê û heta niha û herdem li berxwe dide, lê niha rewşeke nû  û giştî li herêmê heye, li tevahiya rojhilata navîn û di serî de rewşa Sûriye û îraqê û belavbûna DAIŞ li van her du dewletan êdî bala cîhanê û raya hêzên navnetewî ji xeteriya DAIŞ û belavbûn û Pêşveçûnên wê re kişand ,dema ku ev kete rojeva cîhanê û hate nirxandin ,yek ji  herêmên ku herî li berxwe dida li hember DAIŞ ê herêmên rojava û Başûrê  Kurdistanê ye ji bo vê jî îro xebateke hevbeş tê meşandin li hember van êrîşan  û em jî van xebatên han  weke gaveke erînî dinirxînin û bi taybet di alî parastin û siyasî ve  herwiha  peymana ku ji aliyê hêzên navdewlatî hatin çêkirin û  şopandina raya giştî ji êrîşên DAIŞ ê re li ser herêmê  em weke gavake erênî dinirxînin û bi rastî gelek derî hatin vekirin, yanî deriyên ku hatin vekirin, diyalogên ku çêbûn di aliyê diblomasî, siyasî û weke kurd di rojevê de  mayîn em weke gaveke erînî dinirxînin lê ev encama berxwedaneke gelekî mezin çêbû yanî berxwedana ku hate meşandin hîşt ku ev rojev çêbibe ji ber ev berxwedana han bû sebeb ku  ji aliyê gel de gelek nameyên girînd derkevin pêş , yanî cara yekeme ku herêmeke  ji her aliyê xwe de hatiy dorpêçkirin û xwedî sîstemekî demokaratîke û bi mehan li hember êrîşên DAIŞ li ber xwe da ji bo wê jî îro vê berxwedanê bala raya giştî li ser pirsgirêka kurd kişand , ji ber ev berxwedan ji bo mirovahiyê ye û hemû hêzên ku peyman çêkirin em dikarin bêjin weke gelê kurd em dikarin xebatên hevbeş li hember van êrîşan bimeşênin û li ser vî esasî hemû hevdîtin û diyalogên ku çêbûn û daxyanên ku ji aliyê raya giştî û kowalisyonê em erênî dibînin, lê ev tenên têrê nake yanî destekek heye lê ji ber êrîş berdewame xeteriya DAIŞ li ser tevahî gelê Sûriye, gelê kurd heye, lê berxwedanek jî heye  û ji bo ku ev berxwedan bi derfeteke hîn mezintir hebe û zêdetir bikaribe encam bigire li hember êrîşên DAIŞ ê ne tenê li Kobanê li herderê ku pêwîst be ku ev berxwedan were meşandin û bibe malê tevahiya gelê herêmê ji bo wê desteke di vî aliyî de pêwîste, hem desteka ji aliyê piratîkî pêwîste, hem ji aliyê siyasî pêwîste, li rojava sîstemekî demokratîk hatiye avakirin, statu hatiye avakirin û ev sîstema kantonên rojava sîstema ku herî dikare xizmete gelê herêmê bike û îtîfaqe û biratiya hevbeş  avabike, ji bo vê ji desteke dayîna ji aliyê siyasî û naskirina statuya siyasî ya rojava û bi taybet modêla kantonên li rojava girînge û divê ku di rojevê de bimêne û herwiha  desteke hebe û bi taybetî desteka di aliyê çek û tiştên ku pêwîste vê berxwedanê li ser erdê xurtbike û destek

Berxwedaniya Kobanê bandoreke çawa li ser aloziya Sûriyeyê kir?

Xeteriya DAIŞ ê li ser tevahiya gelê Sûriye heye, nasname û çanda me çi be ji aliyê zimane û siyasî de, dibe ku fikr û nêrînên cuda hebe, lê metirsiya DAIŞ li ser tevahî gelê Sûriye heye, tehdîdekî mezin ji bo tevahî aliyên siyasî, çandî , olî ye û ji bo wê jî pêşxistina xebateke hevbeş di hemû aliyên siyasî, civakî, parastin gelekî girînge, di aliyî parastinê jî divê xebatekî hevbeş li hemberî DAIŞ ê hebe  û berxwedana Kobanê mînaka vê yekêye  ji ber atêşa azad û borkan elfurat  di destpêka berxwdanê de cihê xwe girtin û bi dehan şehîd û birîndarên wan hene û heta niha di nava berxwedanê de ne, her wiha girînge ku  di navbera hemû hêzên ku alîgirên azadiya gelê kurdin, alîgirên pêşeroja Sûriyeya demokratîk  û parastin civakê  weke erkekî xwe dibînin  xebateke hevbeş hebe, lê hinek nêrînên teng hene yanî êrîşa DAIŞ ê li herêmeke heye weke ku tenê wê herême hedef digirine , eger DAIş di herêmekê de encam bigire wê herêmeke din jî ji xwe re bike hedef, eger îro êrîş li ser gelê kurde êrîş li ser gelê erebe,mesîhî, asuriye û siryaniye jî li ser tevahî civaka Sûriye ye û berxwedana ku li Kobanê bû her kes dikarê jî hêz bigire, hin caran bi piropaganda û şerê taybet û hin dezgehên ragihandinê ku DAIŞ di çavê civakê de mezin kirin û civak tirsandin û bê bawerkirin  û propgandeke wisa hate meşindin ku DAIŞ bixwaze di kîjan herêmê keve dê ew herêm têkbiçe, DAIŞ di kîjan herêmê keve pêwîste ew herêm vala bibe û ji bo wê jî wisa gelek herêm ketin bin kontrola DAIŞ de û ew asta berxwedana ku pêwîst bû nehat meşandin û DAIŞ ev bi karanîn û mixabin wisa gelek herêm ketin bi kontrola wê ,lê îro heta astekî xeteriya DAIŞ hatiye nirxandin û armanca DAIŞ û xeteriya wê li ser gelê herêmê heta astekê hatiye naskirin û ji bo vê em niha di pêvajoyeke pir hestiyar û dîrokî de ne û pêşeroja me tevahî yeke û em ê bi berxwedanê pêşiya vê xeteriyê bigirin û em di wê baweriyê de ne ku  bi xurtkirina xebatên hevbeş di  aliyê parastin û siyasî de dê pêşiya xeteriya DAIŞ bê girtin,

Di vê qonaxa hestiyar de çi ji gelê Kurd û gelên din tê xwestin, bangawaziya we çi ye?

Ji bo tevahî gelê Kurd qonaxa ku em tê de ne şansê serkeftineke mezin e, gelê kurd ku salên dirêj ji bo azadî, wekheviyê û çareserkirina pirsgirêka netewî tekoşîn dida meşandin,niha xwedî derfetekî mezine û  ji bo  çareserkirin pirsgirêka gelê kurd pêwîste em xwe li ser istetîjiyeke siyasî û parastinê ye hevbeş  di astekî hîn bilintir de bi rêxistin bikin, derfet û îmkanên wê ji hemû deman munasibtire û gelê kurd ji bo wê jî amadeye. rojane di berxwedanê de  li rojava , başûrê, rojhilat û Bakurê Kurdistanê berdêlên giran tên dayîn, yanê di guhertinên ku çêdibin şansê ku êdî Kurd di rojhilata navîn de bibin hêzeke pêşeng zêdetir e, di vê demê rêxistinbûyeneke ku di asta xizmeta çareserkirina pirsgirêka netewî girîne lewre em weke gelê kurd çiqas bi rêxistin bin ewqas dê serkeftin para me be û em ê destkeftiyan ji berxwedana Kobanê bigirin, kombûna û civandina gelê kurdisatanê li berxwedana Kobanê xwedî bandorek li ser siyaseta navnetewî û herêmî kir , careke din gelê kurd îrade, rêxistin,yeketî, daxwaziya xwe ya ji bo azadiyê, demokrasiyê , wekeheviyê û çareserkirina pirsgirêka kurd li ser hîmên demokratîk û biratiya gelan bi riya çalakiyê ku hatine li darxistin nîşan dan û van çalakiyan hêza gelê kurd raber kir û hêz da berxwedaniya Kobanê, lê hîna metirsî heye divê ku em asta berxwedanê hîna xurtir bikin û dem ne ew dema ku hin alî bi şêwaz, helwest û berjewendiyên teng nêzîk bibin û divê hemû hêzên siyasî li ser esasê  berpirsiyariyeke dîrokî tevbigerin û erka xwe ya li hember  berxwedan û fedekariya gel em pêk bînin her wiha peymanê ku hatine îmzekirin û bi taybet ya dawiyê peymana duhokê ku di navbera TEV-DEM û encumana niştimanê Kurdî Sûrî ENKS hate îmzekirin divê ku bibe bîngehekê ku em karibin bi tevahi  hêza xwe  weke hêzên siyasî  bi awayek hevbeş vê qonaxa dîrokî û hestiyar de em erkên xwe pêk bînin û eger me ev pêk anî dê gel me esas bigire û weke hêza xwe me nasbike lê bi rastî jî eger em pêk neynin kes ne mecbûre bêje ev hîn muxatebên me yê siyasî ne

Jina ku di çeperan pêşengtiya şer dike peyameke çawa gihand jinên cîhanê?

Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ji destpêkê heta roja îro jin xwedî kedeke pir mezine. Ji bo ku sîstemekî demoktratîk ava bibe li Rojava û Sûriye jina kurd xwedî hêzekî pir mezine û bi taybet di warê rêxistin û îradebûyînê de xwe gihandin astekî herî bilind û her wiha di aliyê ximet û çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê de jî û mijara herê girîng ku jina kurd dikaribû di qada parastinê de bi nasname û rêxistinbûna  xwe xwe  bi cîh bike û pêşengtiyê bike û di tevahî eniyên pêş de cihê xwe bigire û em dikarin bêjin ku dema jina kurd li hember DAIŞ şer kir dîroka jinê ji  nû de nivîsand, bi berxwedana xwe ya li rojava û bi taybet Kobanê hemû zîhniyet û qanûnên li dijî jinê  vala derxist û di kesayetiya jinên li Kobanê nameyên girîng ji bo tavahiya jinên cîhanê hate dayîn ku eger jin bi rêxistin be û bi awayekê zanistî tevbigere ew xwedî îradeyeke herî mezine, her wiha dema dihat gotin DAIŞ, tirsek bi jinê re dihate avakirin ji ber DAIŞ  bi sîstema xwe ya ku jinê tune dike dijminê wê herê mezin e û bi tayber di qeltîama ku li şengalê qewimî xwedî bandorekî gelekî mezin bû û pêwîste em di du aliyan de binirxînin, aliyekî ku em asta tekoşînê bilind bikin ji em bikaribin bersiva hemû êşên ku jinên şengalê dîtin e bidin, bersiva sîstemên ku DAIŞ li gelek herêmên Sûriye avakiriy û tê de jiyana jinê tunekiriye bidin û berxwedana jinê li  Kobanê bersiva wê ye û divê bibe malê hemû jinan û di serî de em weke jinên kurd divê bibin dengê vê berxwedanê, çawa ku jina kurd di asta herî bilin de bersiv da divê jin bigihêjin wê asta baweriyê ku dikarin jiyanê  ji êrîşê DAIŞ ê biparêzin, rola şervanên YPJ di pêşvebirina şer de gelekî mezin bû, çalakiya hevala ARÎN Mîrkan nameyeke girîn ji bo tevayî jinane, felsefeya jiyana azade xwe bi her awayî di berxwedana jina Kurd li Kobanê de da der.

Ji bo rizgarkirina gel ji komkujiyan û vekirina korîdorekê çi pêwîst e?

Em dikarin bêjin ambargoya herî zêde li ser kantona Kobanê ye ji ber ku Kobanê zêdetirî salekî di ambargoyê de ye û di encama wê de bi sedan mirovên sivîl hatine girtin û gelek ji wan heta niha çarenûsa wan ne diyar e û her wiha di aliyê jiyanî de Kobanê li gora derfetên heyî dikaribû xizmete gelê herêmê bike û pirsgirêkên ku hene hewlda çareser bike û berxwedana ku tê meşandin berxwedaneke bê sînore û ji bo vê jî destek dayîna vê berxwedanê di aliyê çek de mijarekî girînge û her wiha di aliyê mirovahî de jî ji bo sivîlan û çûn û hatina wan û her wiha ku raya giştî bikaribe bûyerên vir bişopîne û alîkariyên mirovî derbas be, divê ku korîdorek vebe, niha hewldan û gelek daxuyanî hebûn û heta astekê mijara korîdorê bû rojeva hêzên navnetewî, her wiha gelek aliyan daxuyanên girîng jî dan, lê heta ev korîdor venebe ambargoya li ser Kobanê naşkê, ji bo wê hinek nirxandin û bandor  çêbûn dema ku hêzên pêşmergan yên Başûrê  Kurdistanê bi biryara parlementa Başûrê  Kurdistanê derbasî Kobanê bûn ku ew jî niha li virin û di nava xebatek hevbeş bi YPG ê re ne, bi derbasbûna pêşmergeyan wisa hat fêhim kirin ku korîdor vebûye lê ew ne wisa ye. Ji bo ku ev korîdor bê vekirin divê sîstemekî wê hebe û gelek sazî wê bişopênin û di bin îşrafa saziyên neteweyî de be û bi taybet saziya netewên yekbûyî, û ji bo wê divê vekirina korîdorê di rojevê de be, eger korîdor venebe wê rewşa Kobanê çawa bibe, eger destek neyê dayîn û çek negihêje Kobanê, niha Kobanê rewşekê nû jiyan dike di encama vî şerê de bi hezaran mirov bê mal man û herêm hate talankirin, em dizanin ku di dema destpêka êrîşan ji bo ku komkujî neqewime gel berê xwe dan bakurê kurdisatanê, lê niha li gora pêşveçûnên heyî gel hazirtiya vegerê dike û niha bi hezaran welatî di nava Kobanê de heye, ji bo vê vekirina korîdor aliyekî istratîciye û pêwîst her dem di rojevê de be û niha derfetên vekiriba korîdor ji aliyê bakurê Kurdstanê  ve heye.