Astengiyên li pêşiya dengdêrên li Ewropayê dewam dikin

Xebatkarên Konsolosxaneya Tirk a li Munsterê û wezîfedarên li ber sindoqê, tevî ku fermanname nîne jî nahêlin ku astengdarên zîhnî dengê bidn.

Dengdana li Ewropayê ku 7'ê Hezîranê dest pê kir didome. Xebatkarên Konsolosxaneyên Tirk û wezîfedarên li ser sindoqan astengiyan derdixînin pêşiya dengdêran.

Li gorî fermannameya Desteya Hilbijartinê ya Bilind, mirovên kwîr, yên felç û dengên wan nîne, ya jî bi awayekî din astengdar in, dikarin bi alîkariya xizmên xwe ya jî dengdêrekî dengê xwe bide. Lê belê serok û endamên desteya sindoqê ya li Konsolosxaneya Tirk a li bajarê Munster ê Elmanyayê nahêlin ku astengdanên zihnî dengê xwe bidn.

'JI BO DAWÎ LI ZILMA AKP'Ê BÎNIN, DENGÊ XWE BIDIN'

Wekî din, mafê HDP'ê yê ji bo girtina tedbîrên ewlekariya sindoqan bi rengekî bêhiqûqî tê astengkirin. Kîsên ku deng tê de ne li odeyeke konsolosxaneyê tên hiştin, lê mifteyeke vê odeyê bi awayekî kêfî radestî HDP'yiyan nayê kirin. Xebatkarên HDP'ê li ber vê yekê rabûn, lê hê bersiv ji wan re nehatiye dayin. Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê Mehmet Karaman nerazîbûn nîşanî pêkanîna kêfî da û bang li alîgirên demokrasî, mafên mirovan û azadiyê kir ku bi dengê xwe dawî li zilma AKP'ê bînin.