'Asta krîtîk ji zû ve derbas bû, bila tecrîd were rakirin'

Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan diyar kir ku divê ji bo grevên birçîbûnê û rojiya mirinê gav werin avêtin û divê tecrîd were rakirin.

Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan li meclîsê di civîna çapemeniyê de geşedanên dawîn nirxand.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ Û ROJIYA MIRINÊ

Di axaftina Kûrtûlan de ev tişt derketin pêş:

“Bi hezaran girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne, ji van jê 30 girtî 21 roj in di rojiya mirinê de ne û rewşa wan gelekî krîtîk e. Xwînê vedireşin û dest û milê wan pûç bûye. Di heman demê de greva birçîbûnê ya 3 parlementerên me jî didome. 4 parlementerên vê meclîsê di greva birçîbûnê de ne lê meclîs li hemberî vî tiştî bêdeng e. Leyla Guven 194 roj in, di greva birçîbûnê de ye, divê êdî çareseriyek were dîtin. Çend roj berê gardiyanan girtine ser qawîşên girtîgehên Kandira, Bakirkoy, Wan, Şakran, Amed, Bolû û Maltepeyê. Di van serdegirtinan de radyoyên girtiyan hatine desteserkirin û alavên wan hatine belavkirin. Vê êşkenceya li ser girtiyan nayê qebûlkirin.

BERXWEDANA DAYIKAN

Li hemû bajaran çalakiyên dayikan didome. Dayik li kolanan dixwazin deng bidin zarokên xwe. Ji bo zarokên xwe çalakiyên bihistyariyê dikin. Ev dayik her dem li aqûbeta zarokên xwe dipirsin, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Çend roj berê 21 dayik hatibûn vê derê û tevlî civîna me ya komê ya roja Sêşemê bûn. Piştre 4 rojan li meclîsê hin hevdîtin kirin. Di 4 rojan de me dît ku dayik fitara xwe zêmaran vedikin û her dem zarokên xwe bi bîr tînin. Ji ber vê em jî dibêjin divê doza grevên birçîbûnê werin çareserkirin. Ez bang li Tirkiyeyê dikim ku divê vê şermê bi dawî bike.

HEFTEYA WINDAYAN

Ev hefte, Hefteya Têkoşîna li dijî Windayan e. Dayikên Şemiyê li hestiyên zarokên xwe digerin. Niha jî destûr nayê dayîn ku dayik çalakiyan li dar bixin. Ev têkoşîn naqede wê dawiya dawîn demokrasiyê bîne Tirkiyeyê.