Aslan ê HDP'yî: Ne Xwedê ne jî mirov vê zilmê qebûl dike

Têkildarî parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan, ji ber ku li şûna qiraxa rê li ser rê meşiya ye, çûye sersaxiyê û li herêma şer bûye 'Mertalê Zindî' 4 fezleke hatin amadekirin.

Di çarçoveya hewldana AKP'ê ya ji bo rakirina destnedanê de, liv û tevger, tevlîbûna li xwepêşandanê, çûyîna sersaxiyê, meşa di rê de bûn mijara fezlekeyê. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan ku bi nasnameya xwe ya Mihelmî di nava HDP'ê de cih digire, ji ber ku li şûna qiraxa rê li ser rê meşiya, çû sersaxiyê û li herêma şer bû 'Mertalê Zindî' li hemberî wî 4 fezleke hatin amadekirin.

AKP, ji bo mûxalefeta herî xurt û bi bandor a li Meclîsê ji holê rake, bi CHP û MHP'ê re li hev kir. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê M. Alî Aslan, biryara 'destnedanê' ku di çarçoveya Plana Têkbirinê de hat wergirtin ji ANF'ê re nirxand. Aslan da xuyakirin, ku ew bi fikar in ev plana darbeyê ya AKP'ê zerareke mezin bide welêt. Aslan destnîşan kir, ku ew bi biryar in gelê Kurd û gelên din biparêzin.

Aslan got, "Em dema diçin sersaxiyê, sewal nakin bê ziman, ol û nîjadê mirovên em jê re sersaxiyê bixwazin çi ye. Dema em diçin sersaxiyê, em rehma Xwedê dixwazin û ji xizman re jî sersaxiyê. Lewma gava em diçin sersaxiyê, em cihêkariyê nakin. Ji bo me ne girîng e endamê kîjan rêxistin, partî yan jî eşîrê ye. Em diçin sersaxiya mala wî/ê kesê. Derdê civakê ew e ku kî çûye sersaxiya kê, kî çûye daweta kê. Ne xema civakê ye ku kî tevlî kîjan daxuyaniya çapemeniyê bûye. Derd û daxwaza yekane ya civakê; aştî, aramî û sekinandina rijandina xwînê ye. Ji bilî vê ti daxwaza civakê nîne. Derdê civakê ne ew e ku Mehmet Alî Aslan çûye sersaxiyê, di rê de meşiya ye. Sîstema serokatiyê jî ne xema civakê ye. Daxwaza civakê beriya her tiştî sekiandina rijandina xwînê ye. Gavên di vî warî de bên avêtin di nava civakê de bersiva xwe dibînin. Rakirina destnedanê ku niha hewl tê dayîn bê kirin, wê hîn bêhtir xwînê birijîne. Ya ku niha AKP dixwaze bike ev e. Desthilatdariyê piştî 7'ê Hezîrê mirov ber bi mirinê ve dehf da, hesten nereweperestî nepixand û deng wergirt. Niha jî ji bo van dengên neteweperestiyê zêde bike, hewl dide ji vê bixwe."

Aslan da xuyakirin, ku AKP ji bo sîstema serokatiyê bixe meriyetê welêt ber bi zinarekî ve dehf dide û destnîşan kir, ku gel li şûna serokatiyê daxwaza aştî û aramiyê dike. Aslan der barê helwesta xwe ya li hemberî gefa 'destnedanê' ya li wan tê xwarin bi vî rengî rave kir: "Em ê bi gelê xwe bişêwirin û nêrîna gel esas bigirin. Ji ber ku gel em şand Meclîsê. Mayîna li Meclîsê yan jî vekişîna ji Meclîsê, yan jî bikaranîna rêbazeke din, biryar avan hemûyan a gel e. Gel kîjan adresê nîşanî me bide, em li wir in. Ji ber ku mesele em nînin, mesele redkirina 6 mîlyon mirovî ye. Lewma mesele meseleya 59 kesan nîne, ev êrîş yekser li hemberî vîna gel hatiye kirin. Em tevlî çalakiyeke ku gelê me qebûl nake, nebûne. Ji ber ku ez du caran di rê de meşiya me têkildarî min fezleke amade kirine. Lê belê gelê min li wir meşiya û ji ber ku ez jî wekîlê wî gelî me, ez jî li pêşiya gelê xwe meşiyam."

Parlamenterê HDP'ê Aslan diyar kir, AKP a di 7'ê Hezîranê de ji gel darbe xwar, di 1'ê Mijdarê de li hemberî gel darbe kir û got, "Ji bo HDP'ê gotin; eger ew di binê bendê de bimînin, ew ê her derê bişewitînin, xera bikin. Lê dema em ji bendê derbas bûn, wan Tirkiye şewitandi, xera kirin. Rewşa heyî gelekî eşkere ye; di hilbijartina destpêkê de ji wan nehat ku li me li derveyî hilbiajrtinê bihêlin, serî li hilbijartina duyemîn dan, di hilbijartina duyemîn de jî nikarîbûn me li binê bendê bihêlin. Niha jî dixwazin bi hilbijartina sêyemîn re vê têkçûna xwe binixumînin û me ji meclîsê bavêjin. Ev yek darbeya sêyemîn e. "

Aslan da xuyakirin, ku ew hikûmet û desthilatdariya AKP'ê hewaleyî Xwedê dikin û got, "Xwedê wê heqê van bide. Em ê bi dil, ziman û karê xwe, van pûç bikin. Bi destûra Xwedê, ev ê ji ya heyî jî bimînin."

Aslan bal kişand ser pêvajoya 'çareseriyê' ku ji aliyê Erdogan û AKP'ê ve hat têkbirin û got, "Niha çêtir xuya dike ku niyet û armanceke van a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tinebû. Yanî di nava sê salan de qanûnek jî neguherandin. Ji ber ku tu bi kesên wê demê bi wan re muzakere dihat kirin rûnişt, niha tu tê darizandin. Ji Bulent Arinç bigire heta Yalçin Akdogan radibin wekîlên HDP'yî ji bo mesaja Newrozê dişînin Îmraliyê, dibêjin mesaja Newroê gelekî rast e û di cih de ye û spasiyên xwe pêşkêşî Birêz Ocalan dikin. Lê niha têkildarî kesê ew name xwendiye fezlekeyê amade dike û ji bo bi cezayê muebetê ceza bikin, wî mehkeme dikin. Ev yek ne ji aliyê Xwedê ne jî ji aliyê mirovan ve tê qebûlkirin. Ev helwest hem trajî-komîk hem jî zaliman e ye. Ji bo pênasekirina vê helwestê ez gotinekê nabînim. Bêguman ji aliyê hiqûqî ve wê bersiva vê hebe. Wê nikaribin 80 mîlyon mirovî esîr bigirin. Wê nikaribin bi qedera mîlyonan mirovan bilîzin. Ji ber ku HDP hêza herî mezin a mûxalefetê ye, dixwazin ji holê rakin."