Aşkerabûna rapora Komîsyona Çareseriyê paşve ket
Aşkerabûna rapora Komîsyona Çareseriyê paşve ket
Aşkerabûna rapora Komîsyona Çareseriyê paşve ket
Rapora Komîsyona Çareseriyê ya Meclîsê ku dihat payîn îro bihata aşkerakirin, li ser dijderketina BDP'ê paşve hat xistin.
Rapora Komîsyona Çareseriyê ya Meclîsê ku dihat payîn îro bihata aşkerakirin, li ser dijderketina BDP'ê paşve hat xistin. Komîsyona Çareseriyê ya Meclîsê ku li ser pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Gulana par de ava bû û dest bi kar kir, dihat payîn îro rapora xwe ya li ser hevdîtin û karê xwe aşkera bike.
Endamê Komîsyonê yê BDP'yî Parlamenterê Bêdlisê Husamettîn Zernderlîoglû got, "Em bi Serokê Komîsyonê Nacî Bostanci re axivîn. Me xwestin, aşkerakirian raporê paşve were kirin. Aşkerakirina raporê paşve hat xistin."
Zenderlîoglû ragihand ku weke BDP wan heta niha baş rapor lêkolîn nekirin, piştî lêkolînkirinê ewê daxuyaniyê bidin û got, "Lê belê dikarim vê bêjim; rapor bi vî halê xwe re dûrî çareseriyê ye."