Artêşa Suriyeyê Şedadê topebaran kir: Welatî koçî Hesekê dikin

Artêşa Suriyeyê Şedadê topebaran kir: Welatî koçî Hesekê dikin

Li bajarê Hesekê artêşa azad a Suriyeyê  êrîşî bajarê Şedadê yê li ser riya Dêrelzorê kir. Artêşê Sûriyeyê bi fuziyan êrîşî bajêr kir û şêniyên bajêr berbi Hesekê ve koç dikin. Li gorî agahiyên hatine bidetxistin kuştî û birîndar hene.

Artêşa Azad di saet 02.00’an de êrîşî herêma bajarê Şedadê yê 45 km ji Hesekê dûre kir û karkerên şirketa petrolê ji avahiyê derxistin. Di encamê de Artêşa Suriyeyê ya li Herêma Mêlebiyê ya nêzî gundê Xemail, fuze bi ser bajarê Şedadê de barandin û di encamê de gelek avahî hilweşiyan û gelek kuştî û birîndar çêbûn. Piştî topbaranê şîniyên Şedadê koçî bajarê Hesekê kirin. Yên ku wesayit bi dest wan ne ketin, li gundê Em Elriz kom bûne.

 Artêşa Suriyeyê û Artêşa Azad li dore Basil saet di 03.00’an de rû dabûn û di encamê de kuştî û birîndarên herdû aliyan hebûn. Di saetên sibê de bombeyek li ser riya Hesekê li deverek leşkeriyê teqiya û der barê vê de agahî nehat girtin.