Artêşa Sûriyeyê: Kontrola Halidiyê di bin destê me de ye
Artêşa Sûriyeyê: Kontrola Halidiyê di bin destê me de ye
Artêşa Sûriyeyê: Kontrola Halidiyê di bin destê me de ye
Artêşa Sûriyeyê îdiakirin ku li taxa Halidiye ya Humusê kontrol bi giştî girtine dest.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê SANA, di nûçeya xwe ya ku dispêre çavkaniya leşkeran de diyar dike ku artêşê roja şemiyê operasyon daye destpêkirin û li Halidiyê bi giştî kontrol girtiye dest.
Muxalîfên li dijî rejîmê ev salek zêde bû li Halidiyê kontrola xwe diparastin.
Muxalîfan da zanîn li Halidiyê ji sedî 80 kontrol di destê artêşa Sûriyeyê de ye û ev bi piştgiriya rêxistina Hîzbûllahê ya Lubnanê pêk hatiye.
Hat hînbûn ku li Humusê bi beşa berê ya bajar tenê çend tax di destê muxalîfan de maye. Humus ji ber sînorê Şamê girê dide cihekî stratejîk e.
Artêşa Sûriyeyê di demên dawî de gelek navendên bicihbûnê xistin bin kontrola xwe.
Li gorî Netewên Yekbûyî serhildana ev 28 meh e didome, nêzî 100 hezar kesî mirine û mîlyonek û 700 kesî koç kiriye.