Artêşa Şoreşgeran a Sûriyeyê hate avakirin
7 tugayên Artêşa Azad ku li bajarên Idlib, Hema, Heleb, Lazqiyê, Humis û Reqa yên Suriyeyê têdikoş in, di bin navê ˮArtêşa Şoreşgeranˮ de bûn yek.
7 tugayên Artêşa Azad ku li bajarên Idlib, Hema, Heleb, Lazqiyê, Humis û Reqa yên Suriyeyê têdikoş in, di bin navê ˮArtêşa Şoreşgeranˮ de bûn yek.
Li gorî daxuyaniya ku di malpera fermî ya înternetê ya Cephet El-Ekrad de hatiye weşandin, duh 7 tugayên Artêşa Azad ên bi navê Kombûna Şoreşgerên Humis, Şems El-Şemal, Tabûra Çalakiyên Taybet, Cebhet El-Ekrad, Foc 777, Tugaya 99 û Tugaya Sultan Selîm ku li bajarên Idlib, Hema, Heleb, Lazqiyê, Humis û Reqa yên Sûriyeyê birêxistinkirî ne, bi daxuyaniyekê yekîtiya xwe ragihandin û navê xwe wekî ˮArtêşa Şoreşgeranˮ diyar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tê payîn ku di nava rojên pêş de hin tugayên din ên Artêşa Azad jî tevlî vê yekîtiyê bibin.
Daxuyaniya Artêşa Şoreşgeran wiha ye:
Di rewşa ku şoreşa me tê re derbas dibe û xemsariya civaka navneteweyî ya ji bo serketina gelê Sûriyeyê û di çarçoveya baldariya me di şerê rêjîma Esed de me tugayên bi navê :
-Kombûna Şoreşgerên Humis fermandarê wê Muqedem Ebdulîlah El-Ehmed
-Şems El-Şemal fermandarê wê Rêzan Bavê Mehmûd
-Tabûra Çalakiyên taybet fermandarê wê Ebû Elî Berid
-Cebhet El-Ekrad fermandarê wê Salih Cibo
-Tugaya 777 fermandarê wê Ehmed Ereb
-Tugaya 99 fermandarê wê Ehmed Mehmûd Sultan
-Tugaya Sultan Selîm fermandarê wê Ebdulezîz Mîrza
Em tugayên li jor yekîtiya xwe ji bo parastina gelê Sûriyê radigihînin. Em li ber gelê soz didin ku em ê li gorî exlaqên şoreşgerî tevbigerin û dûrî kiryarên nijadperestî yên ku naşibihin exlaqên şoreşgeran bikevin.ˮ