Artêşa Iraqê ji sê milan ve hicûm kir
Di roja duyemîn a operasyona Mûsilê de artêşa Iraqê ji sê milan ve hicûm bire ser çeteyên DAIŞ’ê. Tê xwestin ku heta dawiya vê rojê ji rojhilatê başûr ê Mûsilê ve 20 kîlomtere nêzîk bibin.
Di roja duyemîn a operasyona Mûsilê de artêşa Iraqê ji sê milan ve hicûm bire ser çeteyên DAIŞ’ê. Tê xwestin ku heta dawiya vê rojê ji rojhilatê başûr ê Mûsilê ve 20 kîlomtere nêzîk bibin.
Endamê Meclîsa Nînova Henin Qedo têkildarî operasyonê agahî da çapemeniyê û got, hêzên Iraqê ji sê milan ve ber bi Mûsilê ve dimeşe. Qedo wiha got, ‘’Tûgaya 9. a Zirxî ya Iraqê ji eniya Guwerê ve, Polîsên Federal ên Irqê ji derdora Selamiye û Hemdaniye hicûm bir. Milê pêşî li ser rêya sereke ya di navbera Guwer û Mûsilê de, milê duyemîn ji qiraxa Çemê Dîcle ber bi Selamiyeyê ve û milê sêyan jî ji Hemadiyeyê bi pêş dikeve.’’
Qedo diyar kir hedefa sereke ya hêzên li derdora Hemdaniyeyê ew e ku ji milê başûr ê Çemê Dîclê bi pêş ve biçe.
‘’LI DU ENIYAN ŞER HEYE’
Berdevkê Operasyona Mûsilê Yahya Resûl jî ji ajansên Başûrê Kurdistanê re axivî û operasyona ku ji 3 milan ve dest pê kirî pejirand. Resûl diyar kir ku heta dawiy vê rojê ew armanc dikin ku ji milê rojhilatê başûr ve ew dixwazin 20 kîlometroyî bi pêş ve biçin.
Resûl diyar kir şerê îro giran bûye, hêzên ku ji herêma Guwer, Giyara bi pêş ve diçin di nav şerekî dijwar de ne û çeteyên DAIŞ’ê hewl didin pêşveçûna hêzên Iraqê bidin rawestandin. Resûl diyar kir hin windahiyên wan hene lê niha hê zûye ji bo hijmara wan were dayin.
Ji hêla jêderkên serbixwe ve hate pejirandin milê pêşî yê ku ji eniya Guwerê dimeşe gihaştiye bajarokê Nemrûdê.
56 BÎRÊN NEFTÊ HATIN KONTROLKIRIN
Televizyona Iraqê ku weşana fermî ya dewleta Iraqê ye agahiya wê da ku gelek cinazeyên çeteyên DAIŞ’ê di wan herêman de ne ku di jêr kontrola polîsên federal de ne. Hate gotin di nav rojê de 30 çete hatine kuştin û emîrekî çeteyan jî li gundê Hûdê ji hêla polîsekî federal ve hatiye kuştin.
56 bîrên neftê ku DAIŞ’ê bi mebesta operasyon giran bibe dişewitandin kete kontrola hêzên Iraqî.
LI ENIYA ROJHILAT BI PÊŞ VE DIÇIN
Pêşveçûna pêşmerge û hêzên Şîa yên milîs Heşdî Şaabî ku di nav operasyona bi navê ‘’Em tên Nînova’’ de cih digirin li eniya rojhilat berdewam dike. Hêzên ku li bajarokê Bartella şer dikin jî bi pêş ve diçin.
ARTÊŞA TIRK MERTALÊ DAIŞ’Ê YE
Li hemû eniyan pêş ve çûye lê tê gotin li Başîkayê ku artêşa Tirk lê ye ti geşedan nîn in. Li gelek eniyan di operasyonên bi mebesta rizgarkirina Mûsilê ya ji destê DAIŞ’ê şer bi hemû dijwariya xwe berdewam dike lê belê hebûna leşkerên Tirk ên li Başîkayê ji DAIŞ’ê re dibe mertal.