Artêşa Iraqê dest bi operasyona Hewîceyê kir

Li navçeya Hewîce ya Kerkûkê, ku ji sala 2014'an û vir ve ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, operasyonê dest pê kir.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ji bo rizgarkirina navçeya Hewîce ya Kerkûkê ji destê DAIŞ'ê, qonaxa ewilî ya operasyonê hatiye destpêkirin.

Alîkarê Fermandarê Hêzên Koalîsyona Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarella jî ragihand, ku artêşa Iraqê, hêza polîsên federal û hêzên Heşdî Şebî tevlî operasyonê bûne. Yarella diyar kir, di qonaxa destpêkê de operasyon ji rojhilatê navçeyên Şerqat û Hewîceyê dest pê kirine.

Tê gotin, hêzên pêşmerge tevlî operasyonê nabin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ji bo amadekariyên operasyona Hewîceyê li cih lêkolîn bike, çûbû bajarokê Mexmûrê yê Mûsilê. Li navçeya Hewîceyê ku li başûrê rojava yê Kerkûkê ye bi giranî Erebên Sûnî hene û nifûsa Kurdan lê kêm e.

Hewîce ku bi 170 kîlometreyan dûrî navçeya Telaferê ye, di Tîrmeha 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin.