Artêşa Esad êrîşî du gunda kir: Herî kêm 57 kuştî

Artêşa Esad êrîşî du gunda kir: Herî kêm 57 kuştî

Li Sûriyeyê artêşa girêdayî Beşar Esad, li herêma Dera ya dikeve başûrê welat li dijî du gunda operasyonekî bixwîn pêkanî. Herî kêm 57 kes di pevçûn û bombebaranan de hatin kuştin.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku, di encama topbaran, bombebaran, qirkirinên komî yên artêşa Sûrî yên li ser gundê Sanameyn û Gabagheb, her wiha pevçûnên di navbera leşker û komên çekdar de 57 kes mirin. Hate ragihandin ku, ji vana 16 “serhildêr”, 12 jê leşker, 7 jê jin, 6 jê zarok û 16 jî sivîlin.

Li gorî midûrê Mala Çavdêriyê Ramî Ebdulrehman şeva Sêşemê ji qereqolek girîng 10 leşker revîne û çûne li du gundan xwe veşartine, roja piştî wê jî sibehê rejima Sûriyeyê operasyon daye destpê kirin.

Komên çekdar beriya demekê xeta 25 km ya li ser Girê Golan ku dikeve başûrê welat û li ser sînorê Urdunê ye her wiha li ser xeta agirbestê ya Îsraîlê ye xistibûn bin kontrola xwe.

Di meha adarê de Ebdulrehman dabû diyarkirin ku, beşek mezin yê herêma Derayê ketiye destê komên çekdar.

Weke din jî li gorî Mala Çavdêriyê helîkoptera ku pêwîstiyên leşkerên li Kampa Wadî Deyf ya nêzî Maaret Nûman ya dikeve bakûrê welat dikêşan, hatiye xistin û têde çar kes mirin. Mala Çavdêriyê dîmenên helîkoptera ketî jî weşand.

Li gorî heman organîzasyonê roja Çarşemê 50 jê sivîl, 86 serhildêr, 43 leşker bigiştî li tevahiya welat 179 kes mirin.