‘Armanca me eve ku di nava piraniyê de yekitiyê ava bikin’

‘Armanca me eve ku di nava piraniyê de yekitiyê ava bikin’

Ji Meclisa Jinan a HDK’ê Şeyma Kantarci, da zanîn ku li dijî şîdet û kuştinên jinan yên ku roj bi roj zêde dibin tenê riyeke heye ew jî piştevanî û têkoşîna bi rêxistinkiriye û got: “Em di Meclisa Jinan a HDK’ê de hewl didin di nava piranî, cudahiyan de yekitiyê biafirînin, xeta hevpar ya têkoşînê ava bikin.

Meclisa Jinan a HDK’ê bi wesîleya 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî jinê banga piştevanî û rêxistibûna jinan kir. Meclisa Jinan a HDK’ê her wiha banga piştevaniya bi şoreşa jinan a Rojava jî kir.

Ji Meclisa Jinan a HDK’ê Şeyma Kantarci der barê polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî jinan û 25’ê mijdarê de ji ANF’ê re axivî.

Kantarci diyar kir ku hikûmeta AKP’ê di dîroka komara Tirkiyeyê de hikûmeta jin hikûmeta herî xerab dibînin e û got: “ Her serdest û her desthilatdarî dixwaze li ser bedena jinê bilîze. Lêdana jinê karektera sereke ya serdest û emperyalîstane. Lê ev di şexsê AKP’ê de şênbertir bû. Ji ber ku bi gotinên muhafazkar bi polîtîkayên zayendperest yên li ser jinê dixwaze civakê biguherîne.   Şîdeta li hemberî jinê  di dema hikûmeta AKP’ê de ji sedî hezar û 400 zêde bûye.  Ligel vê şîdetê şer,şîdet lînç û nefret pêşve çû. Her êvar di ekranên televîzyonan de dikevin malên me û dibêjin ‘Ger keça te bûya teyê çi bikira?’ hewl didin bandorê li ser civakê bikin.  Gotinên wekê mêrj/jin, kurtaj û sezeryanê, ji polîtîkayên mîlîtarîst û zayendparêz yên AKP’ê ne serbixwe ne.”

AKP LI DIJÎ JINAN ŞER DAYE DESTPÊKIRIN

Kantarci da zanîn ku hikûmeta AKP’ê tenêli Tirkiyê ne desthilatdare, li Rojhilata Navîn peywira qerekolê dane AKP’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez behsa muhafazakareiyeke  di wateya mufazkarî-klasîk nakim. Bi giştî hikûmeteke ku bi taybet hatiye peywirdakririn e. Hewl didin di eniya Tirkiyeyê de modelekê ava bikin. Dixwzin Neolîberaliyê û bi vê re civakek muhafazakar ava bikin. Rayedarên AKP’ê gotibûn ‘Emê ciwanên oldar bigihînin’ ûbi vê niyeta xwe diyar kirin. Ji sedî 50’yê civakê jine û gihandina zarokan û perwerdehiya wan li ser jina ye. Deshilatdarî dixwaze civaka xwe li ser jinê ava bike. yanî di esasê de ev şerekî li dijî jina ye.

ARMANC JINÊ HEPSÊ MALÊ BIKIN

AKP’ê beşeke mezin ya erkanên dewletê bidestxistiye.  AKP ne hikûmeteke partiyê ye, îdeolojiyeke. Hemû gotin û pêkanînên wê îdeolojîke. Mînak pakêta îstîhdamê ya jinê.  Wek mizginiyekê bo jinan hat pêşkêşkirin. Gelek sererastkirinên xapînok jî hene. Dema mirov li berfirehiyê dinêrin ji bo jinan pir bi xeter e. Di bin vê îdeolojiyê de esasa herî sereke jinê di malê de heps bikin. Dibêjin bila li malê heps bikin û zarokên xwe mezin bikin. Her wiha dikin hêza kar a erzan jî.desthilatdarî gotinên ku jinan dike hedef vedibêje. Ev jî taybetiya AKP’ê ya ku ji desthilatdariyên berê cuda dike.

Em jin ferqa me ya herî mezin a ji jinan eve; jin dema tespît an jî rexneyekê dikin, alternatîfên xwe zêdetir nîqaş ikin. Dema li dijî van polîtîkayan dertê xeta têkoşîna hevpar an jî piştevanî û rêxistinê zêdetir nîqaş dikin.  Mînak şoreşa jinan a li Rojava, modeleke ji bo tevgera jinan a TirkiyeyÊ gelek girînge. Li Rojava  çeteyên El Nusra, El Qaîdeyê yên piştgiriya AKP’ê digirin, li mizgeftan gotin ‘jinên kurd helalin’. Li dijî vê çavsoriyê berxwedaneke mezin heye. Di warê erdnîgariyê de cihek biçûke lê berxwedaneke mezin heye, yên ku pêşengiyê ji vê berxwedanê re dikin jinin. Jinan dît ku nasnameya jinê mucîzeyeke.”

RÊXISTINBÛNEK ÇAWA?

 Kantarci di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Meclisa Jinan a HDK’ê temsiliya bindestane û ligel vê rêxistibûna kongreyeke ku kes tê de cih digire ye.  Piştî darbeya 1980’ê û şûnde  hemû bawerî, mezheb û civak cuda di HDK’ê de hatin cem hev. Meclisa Jinan a HDK’ê xebateke ku xweser rêxistin bûne ye.  Em jinên ku di her qada jiyanê de li dijî pergalê muxalîfin û cudahiya me heye, hatine cem hev. Em ji bo têkoşîneke hevpar hatine cem hev.”

Kantarci balkişand ser 25’ê Mijdarê Rojata Têkoşîna li hemberî Jinê û da zanîn ku kuştin û şîdeta ku li ser jinê zêde bûye dê rojeva wan be û got daneyên der barê şîdeta li ser jinê, wek bîlançoya şer e û AKP’ê li dijî jinan şer daye destpêkirin. Kantarci got: “Di 24’ê mijdarê de emê bi Piştevaniya Jinan a Stenbolê re meşekê pêk bînin. Di 25’ê mijdarê de emê tevli meşa ku Platfoma Jinan a Stenbolê pêk tînin bibin. Di 30’ê mijdarê de emê tevli meşa Tevgera Jinên Azad a Demokratîk ya li taxa Kanarya  ji bo Nazliye Sîncar pêk tînin bidin. Di 1’ê mijdarê de jî em paneleke bi mijara ‘Jin û Şîdet’ dê pêk tînin.”