Armanca AKP’ê parastina malbatê ye
Armanca AKP’ê parastina malbatê ye
Armanca AKP’ê parastina malbatê ye
"Esasa têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê" ya hikûmeta AKP’ê pêşgirtina belavkirina malbatê ye. Navê qanûna der barê mijarê de jî; Qanûna Der barê Pêşîgirtina Şîdeta li Ser Jinê û Parastina Malbatê ye.
Daxwaza rêxistinên jinan ya di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Jinê ev e ku hikûmeta AKP’ê ji bo pêşîgirtina li dijî şîdeta ku qestê canê jinê dike, qanûn bên derxistin û mekanîzma bên avakirin. Ji bi çalakiyên ku pêk tînin diyar dikin ku Meclîs bi rojeva taybet a ‘cînayetên jinê’ bicivin û rojeva wan ya din jî ev e ku Peymana Stenbolê pêk bê.
Lê AKP ya ku ji van daxwazan gelek dûr e, ‘Esasa wê ya têkoşîna li dijî şîdeta jinê’, parastina malbatê ye. Navê qanûna der barê mijarê de jî Pêşnûmeya Qanûnî ya der barê Pêşgirtina şîdeta li ser Jinê û Parastina Malbatê ye.
Di Qanûna ku du sal berê hat derxistin û wek ‘diyariya 8’ê Adarê’ ji bo jinan hat pêşkêşkirin, têgehên ‘Şîdeta nava malê’, ‘Şîdeta li ser jinê’ û ‘Şîdet’ bi berfirehî hat kirin û îfadeya ku şîdet di ‘qada cemawerî û taybet de’ dertê holê ji aliyê rêxistinên jinan ve bi israr ket qanûnê. Lê mixabin ji parastina ewlehiya canê jinê wêdetir ‘parastina malbatê’ esas hat girtin.
Xisûsa ‘parastina malbatê’ ku heta pêngava serokwezîrtiyê nehat ziman û di tu pêşnûmeya wezaretê de cih negirt, piştî pêşnûme sewqî meclîsê hat kirin, li pêşnûmeyê hat zêdekirin. Wezîra demî ya Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahîn, diyar kir ku zêdekina navekî negirîng e.
Têgeha ‘zayenda civakî’ ku rêxistinên jinan bi israr xwest bikeve rojevê, di pêşnûmeyê de cih negirt.
STARGEH HÊ JÎ KÊM IN
Qanûn ne jin, mêr parast û stargehên ku mekanîzmaya herî girîng a têkoşîna li dijî şîdeta jinê ye jî hê jî kêm in.
Encamên TEPAV’ ku der barê rewşa stargehên Tirkiyeyê de lêkolînê dike, tabloya bi xof a der barê stargehan de derdixe holê. Li gorî lêkolîna TEPAV’ê li Tirkiyeyê bi giştî 116 stargeh hene.
Li 11 bajaran stargeh hene. 11 bajar wiha ne: Semsur, Erdexan, Bartin, Bedlîs, Isparta, Karaman, Mûş, Nîgde, Rîze, Sînop, Riha
88 navendên civakî yên girêdayî Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî xizmetê didin. Li 29 bajaran jî navendek wisa tune. Li Artvîn, Bayburt, Bîlecîk, Gumuşxane, Kastamonu, Riha û Tokatê navenda civakî tune û li gel vê navendên şêwirmendiya jinê û navenda şêwirmendiyê jî tune ye.
Li 42 bajaran ji aliyê şaredariyan ve navendên şêwirmendiya jinê hatine avakirin û li 39 bajaran navendên wisa tune.
Li Navendên Şopandin û Pêşîgirtina Şîdetê (ŞONÎM) ku di 2012’an de hat avakirin jî tablo nebaş e. Ev navend li 14 bajaran hat avakirin. Alo 183 ya ku girêdayî yekîniyên cuda xebat dimeşand jî bi ŞONÎM’ê ve hat girêdan.
QANÛNA KUJERÊN JINAN DIPARÊZE
Di Qanûna Cezaya Tirk de her çiqas sûcê ‘bi qestî kuştina kesan’ cezayê muebet û yên giran bîne jî, di dozê cînayetên jinan de ‘daxistina tehrîkê’ tê pêkanîn. Ji vê zêdetir dadgeh ‘daxistina rewşa baş’ pêk tînin û kujerên jinan jî bê ceza tên hiştin.