Aqilmendan banga "gavê biavêje" li hikûmet kirin

Aqilmendan banga "gavê biavêje" li hikûmet kirin

Ji 1'ê Îlonê re, ku tevgera azadiyê ya Kurd ji bo hikûmet gavan biavêje heta hingî dem naskiribû, çend roj man. Hunermend Lale Mansûr û akademîsyen Mîthat Sancar, ku di Heyeta Mirovên Aqilmend de cih girtin, ji bo pêvajo nexetime banga "gavê biavêje" li hikûmetê kirin.

Lale Mansûr got, "Ji girtiyên nexweş dikarin destpê bikin", "Prof. Dr. Mîthat Sancar jî dibêje "Eger hikûmet di mijara rêvebirina vê pêvajoyê de biryardar be û eger wê pêwistiya vîna siyasî ya heta roja îro eşkerekiriye bicih bîne, hingî divê gavan biavêje."

'DIKARIN BI SERBEST BERDANA GIRTIYÊN NEXWEŞ DEST BI KAR BIKIN'

Cîgira Serokê Herêma Derya Spî ya Heyeta Mirovên Aqilmend hunermend Lale Mansûr ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku di raporên heyetê de, li gel gelek daxwazan xwesteka "demokrasiya pêşverû" û "zelalî" jî cih girtiye û destnîşan kir, ku divê êdî di çarçoveya van daxwazan de gav bên avêtin.

Mansûr ragihand ku wê bihîstiye hikûmet li ser raporan dixebite û got, "Mînak; dikare bi serbestberdana girtiyên nexweş dest bi kar bike. Bi dîtina min ev ewqasî ne zehmet e."

Lale Mansûr weha peyivî: "Demokrasiyeke nû û pêşverû ji bo me hemûyan, ji bo herkesî derbasdar e. Divê gavên ji bo vê biavêjin. Min di destpêka vî karî de, hikûmet gelekî bi biryar dît. Hêvîdarim ku hînê jî xwedî heman biryardariyê ye."

Cîgirê Serokê Herêma Marmarayê ya Heyeta Mirovên Aqilmend Mîthat Sancar jî ji ANF'ê re peyivî û bibîr xist ku weke Heyeta Mirovên Aqilmend, bi pêşkêşkirina raporan re wan wezîfeya xwe temam kirine û got, "Ji bo şopandina pêvajoyê û demokratîkbûyînê, erk dikeve ser milê aktorên siyasî û civakê. Ez jî di vê çarçoveyê de pêvajoyê dişopînim. Hewldanên min ên akademîk û şexsî dewam dikin. Wke Heyeta Mirovên Aqilmend li pêvajoyê temaşe dikim."

'DAXUYANÎ Û GAVEKE BERÇAV NEHAT'

Sancar bibîr xist ku di ser pêşkêşkirina raporan a ji Serokwezîr Erdogan re nêzî du meh derbas bûne û got, "Serokwezîr gotibû ewê raporên Heyeta Mirovên Aqilmend li ber çavan bigire û pakêta demokratîkbûyînê amade bike. Du meh derbas bûn. Di vê derbarê de heta niha daxuyanî û gaveke berçav nehatiye dayîn û nîşandan. Hikûmetê hînê daxuyaniyek nedaye ku wê çi kengî çê bike."

Sancar diyar kir ku betlaneya meclîsê ne sedemeke rast e û got, "Eger bixwazin dikarin banga kombûnê li meclîsê bikin. Yan jî pêwistî bi kombûna meclîsê nebînê, weke hikûmet ji raya giştî re îlan bike ku wê di hin mijaran de gavan biavêje. Di dema kombûna asayî ya meclîsê de jî dikare van gavên îlan kiriye biavêje. Lê belê heta roja îro ev nehatiye kirin."

Sancar da xuyakirin ku derengmayînên di vê mijarê de, bandoreke neyînî li gotûbêjên li ser pêvajoyê dike û axaftina xwe weha dewam kir: "Di nava raya giştî de, bi taybetî jî di nava raya giştî ya Kurd de bêbaweriyek li hemberî hikûmetê belav dibe. Li aliyê Kurd, di nava PKK'ê de nêrîna "Gelo hikûmet serî li taktîka mijûlkirinê dide?" serdes dibe. Ji xwe di hevpeyvîna min de jî Cemîl Bayik ev gotibû. Ji ber vê yekê, ji bo pêvajo bi selametî bimeşe, divê hikûmet gavên berçav biavêje yan jî plansaziya xwe bi raya giştî re parve bike."

'YA GIRÎNG AVÊTINA GAVAN E'

Prof. Dr. Sancar anî ziman ku ew li ser bingeha bawerî/bêbaweriyê li pêvajoyê nanêre û got, "Di pêvajoyeke bi vî rengî de, ne şert e ku herdu alî ji sedî sed ji hev bawer bikin. Ya girîng avêtina gavan e."

Sancar da xuyakirin ku neavêtina gavên pêwîst, pêvajoyê di nava rewşeke bi pirsgirêk û got, "Bi vê nêrînê, ez nabêjim ku hikûmet wê teqez gavan neavêje. Divê biavêje. Eger hikûmet di mijara rêvebirina vê pêvajoyê de biryardar be û eger wê pêwistiya vîna siyasî ya heta roja îro eşkerekiriye bicih bîne, hingî divê gavan biavêje. Eger navêje wê çi bibe? Bêbaweriyeke wê derkeve holê. Bêbawerî ji bo pêvajoyê aştiyê, ne hesteke baş e. Divê herdu alî xwedî bawerî bin ku pêvajoyê bimeşe."

Hêjayî gotinê ye, Sancar ku beriya demeke kurt di quncika xwe ya li rojnameya Milliyetê de rêzenivîek bi sernavê "Beriya Kongreyê, nebza Kurdan" amade kiribû û tevî Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik û Lîderê PYD'ê Salih Muslim bi gelek navên girîng ên tevgera Kurd re hevdîtin kiribû, duh dawî li karê wî yê li rojnameya Milliyetê hatibû anîn.