‘Apê Şekir’ ê Kolnê ji bo HDP’ê bang kir

Hasan Atasever ê 82 salî ku li Kolnê her kes jê re dibêje ‘’Apê Şekir’ ji bo ku ji AKP’ê xilas bibin bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin HDP’ê.

Hasan Atasever ku li Sarizê ya Qeyserî 1936’an hatî dinê û Kurd-Elewî ye, di 30 saliya xwe de tê Elmanyayê. Ataser ku 3 salan li bajarên cuda dimîne, 1976’an tê Kolnê. Atasever ev 42 sal in li Kolnê dijî, bi salan e ji bo têkoşîna azadiya Kurd têdikoşe. Lê kes jê ra nabêjin Hasan Atasever, dibêjinê, ‘’Apê Şekir’’.

Atasever ku berê şekir dida zarokan, niha şekir dide mezinn û biçûkan. ‘Apê Şekir’ xwedî çenteyekî reş e û kî bixwaze şekir dide wan. ‘Apê Şekir’ ku beşek ji meaşê xwe yê malnişînê dide şekir, vê bi kêfxweşî dike. ‘Apê Şekir’ îro endamê NCKD’yê ye û yek ji kedkarê çalak e.

DEMA WÊ HATIYE KU JI REJÎMA ZORDAR RIZGAR BIBIN

‘Apê Şekir’ piştî ku biryara hilbijartina 24’ê Hezîranê hate standin ev 2 meh in, mal bi mal digere û ji bo HDP’ê, Demîrtaş xebatan dike. Ji 7’ê Hezîranê ve ji hêlekê alîkariyê die mirovên ku têne navenda dengdanê û her wiha hewl dide ku mirovan bişîne ser sendoqê.

Ataserver dibêje Erdogan û AKP ev 16 sal bûne bela serê her kesî û got ji bo ku ji vê belayê xilas bibin divê her kes biçe ser sendoqê, ji bo HDP’ê û Demîrtaş banga dengdanê dike. Atasever diyar dike ku AKP ev 16s sal in xwîna gel dimije û dema wê ye ku ji vê rejîma zordar û darbekar xilas bibin.

 ‘HER KES DIVÊ DENG BIDE’

Atasever banga li Kurdistanî û Tirkiyeyî li Ewropayê kir û got, ‘’Çi kesê ku dibêje, ez mirov im, bi ser rastiya xwe ve me û ji bo xwe û siberoja xwe bil ali dijî zilmê dengê xwe bide HDP’ê û Demîrtaş.

Êdî dema şiyarbûnê ye. Her kes bila şiyar bibe. Hêviya me ji mirovên me yên Ewropayê ew e ku biçin konsolosxaneyên nêzî xwe û dengê xwe bidin. Van 5 rojên dawî beriya ku bi derengî  bikeve bila her kes biçe ser sendoqan.’’