Anli: Serkeftina Rojava serkeftina Rojhilata Navîn e

Anli: Serkeftina Rojava serkeftina Rojhilata Navîn e

Hevseroka Kantona Qamişlo Rewda Mihemed Hesen hate serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli. Şaredar Anli di pêşwazîkirina mêvana xwe de got, “Serkeftina Rojava, serkeftina hemû gelan e; ne tenê Kurd her wiha serkeftina hemû Rojhilata Navîn e.”

Hevseroka Kantona Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê Rewda Mihemed Hesen, ji aliyê Hevşaredar Firat Anli ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de li gel Anli, endamê Meclîsa Şaredariya Qamişlo Kerem Canpolat û Serokê Daîreya Geşkirina Aboriya Xwecihî ya Şaredariya Mezin Necatî Pirinçcîoglu jî amade bûn.

Anli bal kişand ku ew di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û got, “Serkeftina gelê Rojava, tê wateya serkeftina hemû gelê me; heta ne tenê gelê Kurd serkeftina hemû Rojhilata Navîn e.” Anli, da zanîn ku gelê Amedê bi dil û can bi gel û têkoşîna gelê Rojava re ye û berxwedana Rojava silav kir.

Hevserok Rewda Mihemed Hesen jî kêfxweşiya xwe bi hatina Amedê anî ziman û diyar kir ku ew dixwazin têkiliya di navbera şaredariyan de geş û xweştir bikin.

Anli jî daxuyand ku ew ê her dem bi gelê Rojava re bin û got, “Têkiliya me bi Şaredariya Kobanî û Qamişlo re heye. Em her dem ji bo piştgirî û parvekirina ezmûnên xwe amade ne. Em dizanin ku hûn di rojên gelekî dijwar re derbas dibin lê heman demê jî hûn ezmûneke baş bi dest dixin. Hûn statûya xwe bi dest dixin û xwe ava dikin. Li Bakur jî ev 15 sal in Şaredarî di destê gel de ne, me jî ezmûneke gelekî girîng heye, em dixwazin vê bi şaredariyên Rojava re parve bikin.”