Analîza Le Figaro: Dibe ku Kobanê bibe têkçûna stratejîk a DAIŞ'ê

Analîza Le Figaro: Dibe ku Kobanê bibe têkçûna stratejîk a DAIŞ'ê

Ji rojnameyên sereke yên Fransayê Le Figaro di analîzeke xwe de destnîşan kir ku DAIŞ a dor li Kobanê girtiye, di şerê bajêr de bi rîsk û windahiyên mezin re rû bi rû ye. Di şîroveyê de hat bibîrxistin ku DAIŞ'ê ji bo dorpêçiya li Kobanê hemû hêzên xwe li herêmê civandiye û destnîşan kir ku çalakiyên li Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê û zextên DYA dikare Tirkiyeyê neşar bihêle ji bo polîtîkaya xwe ya li ser Sûriyeyê biguherîne.

Di analîza bi mora Hadrien Desuin de hat ragihandin ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan di nava raya giştî ya cîhanê de her diçe bêtir bi qîmet dibe û hat gotin, "Kobanê têk biçe jî Kurdên li Sûriyeyê wê karibin bi serfirazî ji vî şerî derkevin."

Pisporê têkiliyên navneteweyî yê dîplomasiya Fransayê ji nêz ve dişopîne Hadrien Desuin, di nivîsa xwe ya bi sernavê "Çima Şerê li Kobanê bi tenê destpêke?" de ev xal destnîşan kir:

"Li ser Kurdistanê hewayeke panîkê heye. Bi diltengî, nêzbûna têkçûna Kobanê tê dubarekirin. Lê belê, qonax bi qonax keritandina bajêr (Kobanê) ji aliyê 'Dewleta Îslam'ê ve, berxwedana milîsên Kurd dinixumîne.

Dorpêçiya Kobanê dewam dike û wê hînê dewam bike. Dewleta Îslamê ji paytexta xwe Reqayê hêzên teqwiye tîne û dixwaze dawî li vî şerê ku bala her kesî li ser e, bîne. Ev hefteyeke hewl dide bajêr bi dest bixe, lê bêhude ye. Ev yek jî dibe sedem ku zilamên El Bagdadî bi nezanî rîskan bide ber çavên xwe.

Dewleta Îslamê ya di bin bombebarana koalîsyonê de ye, hêzên xwe li bejahiyê belav kiribû. Berxwedana Kobanê wan neçar dihêle li hev kom bibin. Bêguman di şerê kolanan de zehmet e bi bombeyên ji sedan kîloyî lê were xistin, lê belê çend êrîşên hewayî nîşan da ku hin hedef dikarin bên tespîtkirin. Vê yekê jî rê li ber kêmkirina çekên giran ên DAIŞ'ê (top, tank û lojîstîk) vekir û 'cîhadperest' neçar hişt ku di mercên wekhev de li hemberî baskê PKK'ê yê Sûriyeyê, şer bike.

DI ŞERÊ LI DERVE Û HUNDIRÊ BAJÊR DE HEVSENGIYA HÊZÊ CUDA YE

Ev dorpêçî ebedî dibe, ji ber ku di 'şerê bajêr' de êrîş çiqasî bi derfetên zêde bên kirin jî, gelekî bi rîsk e. Ji aliyê kevneşopî ve, ji bo di qada vekirî de avantaj bê bidestxistin, hevsengiya hêzê divê yek ji sê paran be. Di şerê li bajêr de hevsengiya hêzê divê ji aliyê êrîşkaran ve gelekî bilindtir be. Divê yekîneyên xwe herî kêm bi du qatan zêde bike: Yanî li hemberî 6 û 10'ê 1. Mînak segvanek dikare demeke dirêj li hemberî piyadeyan li ber xwe bide. Zehmetiya herî mezin a li pêşiya Beşar Esad ev bû ku nekarîbû bajarên Sûriyeyê ji nû ve bi dest bixe. Ya ku parastin divê bike, bi destûrdayîna ketina hundir a dijmin re pêkanîna manevrayeke vekişînê û bi vî rengî qelskirina dijmin e. DAIŞ ji ber bombeyên Amerîkayê li derveyî bajêr bêparastin e; dema dikeve nava bajêr jî li pêşberî milîtanên Kurd ên herêmê baş dinasin, bêparastin dimîne.

Şerekî gelekî dijwar e, ku şervanên li Kobanê ne ew Pêşmergeyên li Iraqê ne. Pêşmergeyan, berî (ji aliyê DAIŞ'ê ve) bê amadekarî were zevtkirin, sînorên proto-dewleta Kurd bi hêsanî diparastin û dûre bi saya hêzên hewayî yên Amerîkî bi ser ketin. 'Pêşmergeyên' li Sûriyeyê (YPG) jî, li dijî 'cîhadperestan' ev sê sal in şer dikin. Ew, li gorî pismamên xwe yên li Iraqê, gelekî cuda şer dikin, şervan in.

Ev 'Danîşana şer' a ji şaneşîna Tirk lê tê temaşekirin, rê li ber gelek hevberkirînên dîrokî vedike. Stalingrad, Verdun, Varşova, Srebrenica, Guernica; mafê me heye ku di navbera fîlmê şer û dokumantera ARTE de em hilbijartinekê bikin. Dorpêçiya Kobanê di rastiyê de ji aliyê stratejîk wêdetir gelekî sembolîk e.

KOBANÊ DIKARE JI BO DAIŞ'Ê VEGUHERE TÊKÇÛNEKE STRATEJÎK

Kobanê ya li ser sînor, ji her alî ve bajarekî îzolekirî ye. Ji bilî Kurdên xaka xwe diparêzin, ne pêwîstiya DAIŞ'ê, ne ya Tirkan û ne jî ya Amerîkiyan heye ku vî bajarî bixin bin kontrola xwe. Û tevî vê yekê jî DAIŞ ji bo vî şerî gelek derfetên xwe angaje dike û wan winda dike. Ev şerê ku gelekî mediatîze bûye, ji bo propaganda û yekîneyên DAIŞ'ê gelekî girîng e. Encama dorpêçiya Kobanê çi dibe bila bibe (her çend dûxanên şer bi surprîzan dagirtiye jî, bi îhtimaleke mezin maç wekhev e) yekîneyên DAIŞ'ê li cihekî radigire. Her çend di destpêkê de kêmasiyeke biçûk a taktîkî bû jî, Kobanê bi rêveçûnê re dikare veguhere têkçûneke stratejîk.

ZEXT LI REJÎMA AKP'Ê TÊ KIRIN KU SEKNA XWE YA LI SÛRIYEYÊ BIGUHERÎNE

Cîhadperestan bi vî şerî re Tirkiye ya cîran neçar hişt ku lîstika xwe ya durû ya li Sûriyeyê bi awayekî vekirî kifş bike. Dîaspora Kurd li Ewropayê zextê dike. Dibe ku Fransa bijarteya xwe ya 'Li Sûriyeyê bombenekirina DAIŞ'ê di ber çavan re derbas bike. Dema rewşa şîdetê ya di dilê Tirkiyeyê bi xwe de bi zexta DYA re dibe yek, dibe ku rejîma AKP neçar bimîne sekna xwe ya li Sûriyeyê biguherîne. Enqere ya li Rojhilata Navîn bi tenê maye û dixwaze ji tecrîda li NATO, Bruksel û niha jî ya Washingtonê xwe rizgar bike, eger dixwaze destabîlîzasyona li ser xaka xwe asteng bike, neçare hin tiştan zelal bike.

KOBANÊ TÊK BIÇE JÎ SERKETIYÊ ŞER WÊ KURD BE

Di şerên nûjen de raya giştî çekeke girîng e; Ya ku krediya serbest berdide, yekîneyên leşkerî dixe nava tevgerê û neçarî wergirtina biryaran dihêle Ew e. Hedefeke gelekî hêsan, bi rêya medyayê dikare li herêmê veguhere girîngiyeke bingehîn. Tevî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bi tenê hatine hiştin jî Kurdan sempatiya raya giştî ya cîhanê qezenç kirin. Têkoşîna serxwebûnê (Kurd) her roj hinekî din tê naskirin. Kobanê têk biçe jî, Kurdên li Sûriyeyê dikare bi awayekî serketî ji vî şerî derkevin."

HADRIEN DESUIN KÎ YE?

Hadrien Desuin ê piştî dibistana leşkerî li jendermeya Fransayê perwerdeya sûbaytiyê dît di teza xwe ya lîsansa bilind a di têkiliyên navneteweyî de kir, giraniya xwe da pirsgirêka Xiristiyanên li Rojhilat. Desuin ku tevî dîaspora Xiristiyan li ser Misirê bû pispor, hînê bi gotar û nivîsên xwe yê li ser dîasporaya Fransayê ya li gelemperiya cîhanê, ku di kovara bi navê Causeur et Conflits de tê weşandin, tê naskirin.