Amûra nû ya şerê taybet a Erdogan: Daîreya operasyona îdraqê
Desthialtdariya Tirk di bin sîwana Serokatiya Ragihandinê de Serokatiya Daîreya Rêvebirina Krîzê û Ragihandinê ya Stratejîk ava kir.
Desthialtdariya Tirk di bin sîwana Serokatiya Ragihandinê de Serokatiya Daîreya Rêvebirina Krîzê û Ragihandinê ya Stratejîk ava kir.
Hikumeta Tirk amûreke din a zordariyê çêkir. Navê wê jî "Serokatiya Daîreya Rêvebirina Krîzê û Ragihandinê ya Stratejîk" e. Di bin sîwana Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê de hate avakirin.
Li gorî biryara ku li Rojnameya Fermî hate weşandin, karê daîreyê wiha ye: "Wê êrişên psîkolojîk, propaganda û operasyonên îdraqê yên li Tirkiyeyê diyar bike û li dijî her cûreyên manîpulasyon û dezenformasyonê kar bike."
JI ÊRIŞ Û OPERASYONÊN ÎDRAQÊ YÊN DESTHILATDARIYÊ WÊ KÎ GEL BIPARÊZE?
Hikumeta Tirk bi navê 'ewlekarî', dewlet', 'mayindebûn', 'berjewendiyên neteweyî' heta niha gelek amûrên zext û zordariyê xiste meriyetê. Di halê hazir de 'Qanûna têkoşîna dijî terorê' ji xwe bi sûcdariya 'propaganda rêxistinê' û 'endametiya rêxistinê' li dijî her muxalîfî û kesên rexne dikin û li tevna medya dîjîtal parvekirinan dike, mîna çekekê tê bikaranîn. Lewma daîreya nû ya hatiye vekirin fikaran zêde dike.
Her wiha bi derfetên îstîxbaratê, medya, polîs û dadgeriyê li dijî civakê û mirovan zextê û êrişên îdraqê tên kirin. Li dijî van operasyon û êrişan mekanîzmayek nîne ku civakê biparêze.
Fikar hene ku mekanîzmaya nû ya hatiye avakirin ji bo parastina desthilatdariyê ye, wê operasyonên îdraqê bi vê armancê bimeşîne, dezenformasyonê zêde bike û hewl bide bêhtir muxalîfan bêdeng bike. Bi gotineke din Serokatiya Daîreya Rêvebirina Krîzê û Ragihandinê ya Stratejîk bûye amûreke nû ya şerê taybet a rejîmê.