Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir

Amedsporê di rêya şampiyoniyê de li sehaya xwe Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû.

Amedspor, di hefteya 34’emîn de li sehaya xwe Înegolspor kir mêvan. Alîgirên Amedsporê tirîbunên maça ku di bin baraneke zêde de hat lîstin, tije kirin û bi piştgirî û dirûşmeyên berz kirin moral dan tîma xwe. Maç ji aliyê Amediyan ve rastiyê eleqeyeke zêde hat û bilêdên maçê di demeke kin de qediyan.

Amedsporê, di deqeya 12’an de bi gola Berk Îsmaîl Unsal, di deqeya 14’an de jî bi gola Mert Çapar di navbera du deqeyan de 2 û 0 ket pêşiya hevrikê xwe. Amedsporê di deqeya 25’an de penaltiyek girt û li vir jî bi gola Ûgûr Adem Gezer skor kir 3 û 0. Înegolsporê di deqeye 31 û 39’an de bi golên Fûrkan Ozyapi û Serhat Baştan skor kirin 3 û 2 û dewreya yekemîn bi vî awayî qediya.

AMEDSPOR BI 3 FERQAN BI SER KET

Di dewreya duyemîn de Amedsporê zû dest bi maçê kir û di deqeyên 47 û 51’an de bi golên Mert Çapar û Mert Îsmaîl Unsal skora maçê kir 5 û 2. Bi vî awayî Unsal û Çapar bi du golan mohra xwe li maçê dan. Her wiha di maçê de lîstikvanên Înegolsporê Ûgûr Ûtlû û Nadîr Çîftçî û lîstikvanê Amedsporê Mûhammed Enes Dûrmûş qerta zer wergirtin û maç bi serkeftina Amedsporê bidawî bû. Amedspor bi vê serkeftinê gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû.

FERQA PÛANAN DERKET 3’YAN

Li gorî vê tabloyê Amedsporê pûana xwe kir 74 û dora xwe ya rêza ewil parast. Kastamonûspora ku pûanekê li pişt Amedsporê di rêza duyemîn de cih digire, li deplasmanê bi Belediye Derîncesporê re lîst û maç 0 û 0 qediya. Di encamê de ferqa di navbera Amedspor û Kastamonûsporê de derket 3 pûanan. Her wiha dê hefteya pêşiya me di 14'ê nîsanê de Amedspor dê li deplasmanê bi Kastamonûsporê re bilîze.