Amed Rêdûr li Stockholmê hate bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Mehmet Emîn Ari (Amed Rêdûr) ku 20'ê Mijdarê li navçeya Hassa ya Hatayê ji aliyê dewleta Tirk ve şehîd hate xistin, li paytexta Swêd Stockholmê hate bîranîn.
Gerîlayê HPG'ê Mehmet Emîn Ari (Amed Rêdûr) ku 20'ê Mijdarê li navçeya Hassa ya Hatayê ji aliyê dewleta Tirk ve şehîd hate xistin, li paytexta Swêd Stockholmê hate bîranîn.
Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê pêk hat. Siyasetmedarê Kurd Hasan Înce qala girîngiya şehîdan ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd kir û got, "Xwedîderketina li şehîdên me xwedîderketina li paşeroja me ye. Ji bo em hêjayî şehîdan bin, divê li her qada jiyanê em têbikoşin."
Kekê Mehmet Emîn Ari yê li Swêdê dijî Hasan Ari jî anî ziman ku dema wan cenazeyê birayê xwe rakir û spart axê, hêzên dewleta Tirk êrîşî wan kirin, lê tevî zext û zordariyê jî gelê Kurd xwedî li şehîdê xwe derketiye.
Hasan Ari piştî merasîmê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku malbata wî û gelê Kurd berdêlên giran dane û got, "Bêyî dayina berdêlan serketin bi dest nakeve. Di sala 40. a PKK'ê de bi saya van berdêlan gelê Kurd li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê bi pêş ketiye. Ev hemû bi felsefeya Rêber Apo û fedakariya şehîdan pêk hatin."
Ari destnîşan kir ku gelê Kurd wê teqez azad bibe û got, "Serketina têkoşînê bi yekîtî û hevgirtinê dibe." Ari bang li Kurdistaniyan kir ku bi daxwaz û biryardariya şehîdan xwedî li têkoşînê derkevin.