Amed di yekê Tebaxê de ji bo Ocalan dimeşe
Amed di yekê Tebaxê de ji bo Ocalan dimeşe
Amed di yekê Tebaxê de ji bo Ocalan dimeşe
Li Amedê bi armanca ku bi armanca ku balê bikişînin ser şert û mercên tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan di 1’ê tebaxê de meşê pêk tîne. Meşa ku bi pêşengiya BDP û STK’yan dê pêk bê ji Kolana Hunerê dê destpê bike, heta Parqa Koşuyolu bidome. Di civîna çapemeniyê de hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut axivî û diyar kir ku heta hikûmet pêngavan navêje dê çalakiya wan bidome û bang li gelê Amedê kir ku bi hêzeke mezin tevli bibin.
Di yekê Tebaxê de dê li Amedê bi armanca balê bikişînin ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê meşek pêk were. Der barê meşê de li avahiya BDP’ê civînek çapemeniyê hat lidarxistin. Parlamnetera BDP’ê û endama Lijneya Koordînasyona KCD’ê Emîne Ayna, hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut û Mehmet Emîn Aslan, serokê Odeya Tabîban a Amedê Kema Karadaş, berdevkê demî yê KESK’ê Mehmet Karaaslan, serokê Egîtîm Sen a Amedê Kasim Bîrtek û gelek nûnerên BDP û STK’ê tevli bûn.
Zumrut got di ser daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ya di Newrozê de kir de 5 meh derbas bû û got dewletê hêj pêngavek şênber neavêtiye. Zumrut wihagot: “Di pêvajoya çareseriyê de PKK’ê û gelê kurd berpirsyariya xwe anî cih. Ji bo ev pêvajo mayîn de bibe divê şert û mercên Birêz Ocalan demildest bên başkirin. Mîmarê vê pêvajoyê Birêz Ocalan ji bo şert û mercên wî bên başkirin, hikûmet û dewletê tu tiştek nekiriye.
Zumrut da zanîn ku der barê rewşa ocalan de fikarên gelê kurd gelek mezine û wiha pê de çû: “Ji bo tespîtkirina pirsgirêka tenduristiyê ya Birêz Ocalan divê demildest heyetek biçe Îmraliyê. Ger ev neyê kirin, gelê kurd vê qebûl nake. Gelê Amedê bi vê wesîleyê dê di yekê Tebaxê de li Kolanê Hunerê bê cem hev û berbi Parqa Koşuyolu bimeşe. Em bang l ihemû gelê kurd dikin ku tevli vê meşê bibin.
DIVÊ WEZARETA DADÊ BERSIVÊ BIDE SERLÊDANAN
Kemal Karadaş jî wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 14 sale di bin tecrîda giran de tê girtin. Ev tenduristiya gelê Rojhilata Navîne. Di bin van şert û mercan de 14 salan bi vî awayî grtin rê ber pirsgirêkên girîng vedike. Gelê kurd bi awayekî cidî li ser tenduristiya Ocalan rawestiyaye. Wezareta Dadê divê serlêdanên TTB û Meclisa Tenduristiyê ya KCD’ê bi erênî bibersivîne.
DEWLET DI NAVA HELWESTEKE NE LI GORÎ QANÛNANE TEVDIGERE
Parlamenter Emîne Ayna jî diyar kir ku divê rewşa Ocalan bi sê awayî bigirin dest û wiha pê de çû: “Yek ji van aliyê mafê mirovan, ya din aliyê hiqûqî û ya herî girîng jî siyasiye. Dema Birêz Ocalan dibe mijara gotinê li Tirkiyeyê qanûnên dij-demokratîk jî tên piştguhkirin. Ji tu mafê fêdeyê nagire. Di vî alî de Tirkiye di nava pêkanîneke ku ne li gorî qanûnên wan e jî tevdigere. Ger mirovek di girtîgehê de be divê di bin ewlehiya dewletê de be. Dewlet divê tenduristî û jiyana wî biparêze. Serok Apo ji bo hemû Tirkiyeyê û gelê kurd di alî siyasî de watedare. Gelê Kurd Serok Apo wek îradeya xwe diyar kiriye.”