Ambulansên ji bo Rojava di sînor de asê man
Ambulansên ji bo Rojava di sînor de asê man
Ambulansên ji bo Rojava di sînor de asê man
Di çarçoveya xebatên tevkariya bi Rojava re beriya demekê rêxistina mafê mirovan CHAK a ku navenda wê li Swêd e û "Heyva Sor a Kurdistanê" ji Swêdê 2 ambulans ji gelê Rojava re şandibûn. Lê belê di deriyê sînor de asê mane.
Di heman çarçoveya xebatê de rêxistina CHAK li derdora 20 hezar TL dermanên ku pêwîstiya Rojava pê heye jî kirîbûn û biribûn Nisêbînê da ku bi ambulansan re derbas bikin, lê ew heta niha negihane Rojava. Mixabin ji ber kar û barên burokratîk ew her du ambulans zêdetirî 10 roj in ku li deriyê sînor ê di navbera Nisêbin û Qamişlo de tên astengkirin û destûr nadin ku derbasî Qamişlo bibin.
Der barê vê astengkirina gihiştina derman û ambulansan de Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan ji Ajansa Nûçeya a Dîcle (DÎHA) re da xuyakirin ku ew ji ber hin karên burokratîk ji aliyê rayedarên sînor ên Sûriyeyê tên astengkirin û ambulans di navbera her du deriyên sînor de asê mane. Gokhan da xuyakirin ku hewldanên wan ji bo çareserkirina vê problemê berdewam dikin.
Der barê mijarê de serokê CHAK a Swêd Azad Heyderî jî got ku ew li hêviyê bûn ev hevkarî bibe destpêk û wan xwe ji kampanyayên berfirehtir re amade dikir; lê ji ber vê astengiyê niha karê xwe rawestandine. Û got, “Em li hêviya çareserkirina vê astengiyê ne û hewcedariya gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe.”
Azad Heyderî bi vê munasebetê xwest ku bangekê li rayedarên Başûrê Kurdistanê jî bike û wiha got: “Em ji rayedarên xwe yên Başûrê Kurdistanê hêvî dikin ku rojek berî rojekê deriyê sînor ê di navbera Başûr û Rojava de vebe.” Heyderî bang li rayedarên Başûr kir ku vê ambargoya li ser birayên wan ên Rojava hatiye ferzkirin bi vekirina deriyê sînor ambargoyê pûç bikin.