Amadekariyên Konferansa Cenevreyê li ber qedandinê ne

Amadekariyên Konferansa Cenevreyê li ber qedandinê ne

Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku amadekariyên 2. Konferansa Cenevreyê ya ji bo çareseriyeke aştiyane ya pevçûnên li Sûriyê, li ber qedandinê ne.

Alîkarê Berpirsyarê Karên Siyasî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Oscar Fernandez-Taranco der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku amadekariyên konferansê dewam dike û hindik maye temam bibe.

Taranco da xuyakirin ku ew hêvîdare civaka navneteweyî wê biryardariya xwe ya beşdariya li pêvajoya siyasî dewam bike û detayên zêdetir neda.

Di 1. Konferansa Cenevreyê ya par de bang hatibû kirin ku di şûna rêveberiya Esad de hikûmeteke demî were avakirin, lê ev bang ji aliyê Şamê ve nehatibû qebûlkirin.

Di mijara konferansa duyemîn de, di navbera DYE, Rûsya û Çînê de gelek nêrînên cûda hene. Tê payîn Kurdên li Rojava jî beşdarî konferansê bibe.