Amadekariyên ji bo Festîvala Çanda Kurd qediyane

Hevserokê MŞD'ê Fîkret Îgrek got, ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî amadekarî qediyane ku wê roja Şemiyê li bajarê Dînslaken ê Elmanyayê pêk were.

26. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê 8'ê Îlonê roja Şemiyê li bajarê Dînslaken ê eyaleta NRW ya Elmanyayê bê lidarxistin. Festîval wê bi dirûşma "Ji bo aştî û demokrasiyê, azadî ji bo Ocalan" û "Xwedî li Efrînê derkeve" pêk were. Festîvala îsal ji aliyê Platforma Efrînê ve tê organîzekirin. Mîna her sal, tê payin ku îsal jî bi deh hezaran Kurdistaniyên li Ewropayê di festîvalê de li hev bicivin.

Hevserokê Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) û endamê Komîteya Amadekar Fîkret Îgrek li ser amadekariyên festîvalê ku bernameyeke xwe ya dewlemend heye, ji ANF'ê re axivî. Hevserokê MŞD'ê Îgrek işaret bi eleqeya raya giştî ya ji bo festîvalê kir û got, amadekarî bi giranî qediyane.

'WEKÎLÊN PARTIYA KESKAN Û SPD'Ê DESTEK DAN'

Fîkret Îgrek diyar kir ku di dema amadekariyê de dostên wan ên Elman gelekî destek dan wan û got, "Di dema amadekariya festîvalê de mixabin hin pirsgirêk derketin pêşiya me. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, parlamenterên Partiya Keskan û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) piştgirî dan me."

Hevserokê MŞD'ê da xuyakirin ku şaredariyê li ser meydana festîvalê hin pirsgirêk derxistin û wiha dewam kir: "Amadekariyên ji bo festîvalê bi giranî qediyane, lê ji aliyê teknîkî ve şaredarî hinek pirsgirêkan derdixîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, me çend roj berê bi parlamentera Partiya Keskan Bêrîvan Aymaz, siyasetmedar Lîlo Wallerîch, parlamenterên SPD'ê Rudîger Weîss û Dos Santos re hevdîtinek kirin. Roja Duşemê jî em ê bi Şaredar Dr. Mîchael Heîdînger re rûnên."

Îgrek destnîşan kir ku festîval wê teqez li bajarê Dînslakenê pêk were û pirsgirêkên heyî yên teknîkî jî piştî hevdîtina bi şaredar re çareser bikin. Îgrek got, bi hezaran kes wê ji welatên cuda yên Ewropayê tevlî festîvalê bibin û rojek beriya festîvalê wê bi beşdariya akademîsyen, nivîskar û dostên Elman û Tirkiyeyî resepsiyonek were dayin.