Alxas Kom’ê 2 TIR alîkarî gihand welatiyên Kobanê
Alxas Kom’ê 2 TIR alîkarî gihand welatiyên Kobanê
Alxas Kom’ê 2 TIR alîkarî gihand welatiyên Kobanê
Welatparezên li Îngilîtanê dijîn di bin sîwanê Komelaya Alxas Kom’ê de ji bo welatiyên Kobanê ku ji ber êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ’ê koçber bûn bi dirûşma “Ji bo Kobanê tu jî nanekî bipêje” di encama kampanyayê de alîkariyên ku kom kirînî bi 2 TIR’an anîn Pirsûsê û teslîmî Komelaya Piştevanî û Alikariya Rojava kir. Hevserokê Alxas Kom Cevdet Karakoç diyar kir ku ji bo Kobanê ji destê kê çi tê bila bike û banga alîkariya lêzgînî kir.
Ji bo welatiyên Kobanê ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn welatparezên Kurd ên li Îngilîstanê alîkariya di çarçoveya kampanyayekê de berhev kirin, anîn radestî Komeleya Piştevanî û Alikariya Rojava kirin. Alîkariya bi pêşengiya Komeleya Alxas Kom’ê ve hat komkirin ji aliyê Hevserokê Komeleya Alxas Kom Cevdet Karakoç, Rêveber Îbrahîm Bûgday û endamê komeleyê Mûstafa Has ve li Pirsûsê teslîmî rayedaran hat kirin. Hinek ji alikariyê jî ji bo welatiyên ku li Kobanê di nav şert û mercên giran de dijîn di Deriyê Sînor ye Murşîtpinarê re derbasî aliye Kobanê kirin. Der heqê alikariyê de Hevserokê Alxas Komê Cevdet Karakoç axivî û diyar kir ku wan beriya mehekê bi armanca alikarîdayînê 250 kon û 40 hezar lîreyê Tirk kom kirine û ji bo welatiyên Kobanê anîne. Karakoç da zanîn ku bi dirûşmeya “Ji bo Kobanê tu jî nanekî bipêje” kampanyaya xwe meşandine û peşangiya kampanyayê jî jinan kiriye. Karakaç bilêv kir ku di vê çarçoveyê 2 TIR alîkarî berhev kirine û kampanyaya wan rastî eleqeyeke mezin hatiye.
'DESTÊ XWE YÊ ALÎKARIYÊ DIRÊJÎ KOBANÊ BIKIN'
Karakoç di axaftina xwe de rewşa welatiyên Kobanê destnîşan kir û ji bo welatiyên Kobanê banga alikariya lezgîn kirç Karakoç got: “Bi rastî jî rewşa welatiyên me ya li Kobanê ne başe. Welatiyên me di nav şert û mercên giran de jiyana xwe didomînin. Ji bo ve yêke jî divê hemû mirovên alîkarxwas bibin seferber û destê xwe yê alîkariyê dirêjî kobanê bikin. Ji destê kê çi tê divê teqez bike. Di vê revşê de qîmeta qurişekî heye. Berî mehekê em hatin bi taybetî jî rewşa zarokan ji berê hîn jî xerab bûye. Bi taybetî bangawaziya min ji welatiyên me yên li Ewropayê dijîn re heye. Li ku dibin bila bibin. Bila destê xwe yê alîkariyê dirêjî Kobanê bikin. Li vir dewlet ti alikariyê ji welatiyên Kobanê re nake. Tenê bi serê xwe bi alîkariya gel û bi alîkariya şaredariyên giredayî DBP’ê welatiyên Kobanê li ser piya disekinine. Ev jî tenê bi sere xwe terê nake. Ev welatî ji top û guleyan nemirin, lê bila ji ber şert û mercên zivistanê yên giran tenê nemînin.”
'KAMPANYA BI PÊŞENGIYA JINÊ HAT MEŞANDIN'
Endamê komeleyê Mûstafa Has jî diyar kir ku ew bi çavekî alîkariyê li kar û xebatê meşandine nanihêrin û ew kar û xebatên xwe weke ji mala xwe re kirine dibînin. Has da zanîn ku bila hemû kes jî hêla xwe ve diyar bike û li gor vê yekê kar û xebatên xwe ji bo welatiyên Kobanê bimeşîne. Has axaftina xwe bi van gotinan domand: “Eger têkoşîn ji bo mirovahiyê tê meşandin, bila hemû kes destê xwe bixe bin kevir û bila tenê kar û xebatê xwe ji bo rehetkirina wijdanê xwe nemeşîne. Di van kar û xebatên me de jî bi taybetî jinan peşengî kirin. Ji jinên ciwan bigrin heya yên pîr hemû kesan xebat meşandin. Nan pêjandin û firotin ji bo welatiyên Kobanê. Ne keda wan bûya ev alikarî dernediket holê. Em ji bo keda wan û yên keda xwe derbas bûn jî spasî xwe peşkeş dikin.”
Endame Komelaya Piştevanî û Alîkariya Rojava Abdî Gumuş jî ji bo alîkariyên hatine spasiyên xwe pêşkêşî Komeleya Alxas Komê kir û diyar kir ku ji ber Komeleya Alxas Kom’ê berê bi wan re di nava têkiliyê de bû, li gorî pêwîstiyan tişt hatiye kirîn û belavkirin. Gumus ji bo alîkariyên bên kirin hişyarî da û got: “Eger berî alîkarî bên bi me re bikevin tekîliyê wê hîn baş bibe. Ji ber ku hin carna alîkariyên tên ne li gorî pedîviya ne. Ji bo wê eger di serî de bi me re têkiliyê deynin em ê li gorî pedîviyan alîkariyan çareser bikin.”