Altûn dersa Konfederalîzê da Dadgehê

Altûn dersa Konfederalîzê da Dadgehê

Di rûniştina doza sereke ya "KCK'ê" de delîlên derbarê Alîkarê Hevserokê Giştî yê DTP'ê Bayram Altun de hatin xwendin. Serokê dadgehê diyar kir ku hinek têgehên weke "qada sivîl" ên di îdîanameyê de derbas dibin di KCK'ê de jî derbas dibin û wiha got: "Hinek têgehên li vir bi KCK'ê re li hev tên. We ev model ji KCK'ê girt an KCK'ê ji we girt?" Altun jî ji bo heyeta dadgehê fêm bike têkildarî KCK û Konfederalîzmê de hinek nirxandin kirin.

Rûniştina doza sereke a KCK'ê ya Amedê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Parlementerê BDP'ê yê girtî Kemal Aktaş, Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê berê Muharrem Erbey, Gerînendenê Giştî yê Azadiya Welat ê berê Tayîp Temel jî di nav de 43 siyasetmedarên girtî, tercûmanên kurdî û malbat tevlî rûniştnê bûn. Rûniştinê bi xwendina delîlên derbarê Alîkarê Hevserokê Giştî yê DTP'ê Bayram Altun de berdewam kir. Altun bi riya tercûman parastin kir. Di dema xwendina delîlan de serokê dadgehê ji Altun pirsa, "Kampanyaya Êdî Bes e biryara ji çiya hatî ye?" Altun jî diyar kir ku tu eleqeya kampanyayê bi çiya re tuneye.

'Dadgeh Konfederalîzmê şaş fêmdike'

Di rûniştinê de Serokê dadgehê diyar kir ku hinek têgehên weke "qada sivîl" ên di îdîanameyê de derbas dibin di KCK'ê de jî derbas dibin û wiha got: "Hinek têgehên li vir bi KCK'ê re li hev tên. We ev model ji KCK'ê girt an KCK'ê ji we girt?" Li ser vê yekê Altun jî wiha got: "Ez dixwazim mînakekê bidim. Birêz Ocalan got divê Komîsyona Mirovên Aqilmend bê amadkirin. CHP'ê jî ji bo Komsîyona Mirovên Aqilmend pêşniyar da Meclîsê. Niha em dikarin bêjin CHP'ê ji Birêz Ocalan mînaq girt? Altun, diyar kir ku qeyd perçe perçe hatin nivîsandin ji ber vê yekê tevlî hev in û dozgeriyê bi zanebû wisa kiriye ku her tiştî îlegalîze bike.

'Tu eleqeya wê bi dewletbûnê tuneye'

Altun, têkildarî qeydên civanan ên bi guhdariya derdorê pêk hatin axaftinên civînên komîsyona wan in lê di îdîanameyê de weke "modelên rêxistinbûna îlegel" derbas bûn lê wisa nîn e û modelên DTP'ê yên rêxistinbûna alternatîf in. Serokê dadgehê pirsa avakirina meclîsên gund û taxan a "eleqeya wa bi vê yekê çî ye?" Altun jî wiha got: "Ez dê rêziknameyên BDP û DTP'ê ji dadgehê re pêşkêş bikim. Dadgeh Konfederalîzmê şaş fêm dike. Mînak niha DÎSK û KESK konfederasyon in lê dewlet nîn in." Serokê dadgehê li hemberî bersiva Altun got "Ew cuda ne" Altun, anî ziman ku ji bo heyeta dadgehê mijarê fêm bike dixwaze mînakan bide û wiha axivî: "Heke tu konfederasyonê ava bikî li bajar divê saziyên cuda û bawerî hene, tevgerên jinan, partî û derdorên din hene. Ev di nav xwe de rêxistinbûyîne. Xweser û serbixwe ne. Bi hev re dikarin konfederasyonê ava bikin. Tu eleqeya wê bi dewletbûnê tuneye. Rêxistinbûnekî sivîl a civakî ye." Heyeta dadgehê ji Altun pirsa "Armanc pergala PKK'ê pêşxistin e?" kir û Altun wisa bersiv da: "Min axaftinekî wisa nekir. Em hewildidin pergala DTP'ê pêşbixin."

Heyeta dadgehê têbîniyên Îmraliyê xwendin û pirsa perwerdehî li ser van tê kirin an na pirsî û Altun jî wiha got: "Her cih li gorî pêdiviyên xwe perwerdehiyê dikare pêk bîn e." Heyeta Dadgehê biryarên kongraya PKK'ê ya 10'emîn xwendin û pirsa akkademiyên siyasetê li gorî van biryaran hatin avakirin an na û Altun jî biryarên kongreya 10'emîn ên PKK'ê di înternetê de hene û weke siyasetmedarekî wî jî xwendin. Altun, anî ziman ku akademiyên siyasetê berî kongreyê hatin avakirin.

Piştî parastina Altun heyeta dadgehê navber da rûniştinê.