'Alternatîfa yekane; civakeke nû ya xwe dispêre konfederalîzm û sosyalîzmê'

Yekîtiya Çandî ya Ermenî ya Arjantînê: Avakirina civakeke nû ya xwe dispêre konfederalîzm û sosyalîzmê, ji bo siberojeke baş a hemû gelên li herêmê, yekane rêya rizgariyê ye.

Yekîtiya Çandî ya Ermenî ya Arjantînê li ser operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP/Qesr li dijî HDP'ê dimeşîne daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em operasyona Erdogan ê faşîst qebûl nakin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku zilm û zordariya hikûmeta Erdogan li mûxalîfan û rêxistinên çep dike, herî dawî di hefteya derbasbûyî de bi girtina Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û 8 parlamenterên HDP'ê, her wiha bi girtina yek ji rojnameyên girîng ên Tirkiyeyê Cûmhûriyetê re derketiye asta herî bilind.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Erdogan ê ku bi hevkariya bi terorîstên DAIŞ'ê re tê sûcdarkirin, bi rêbazên şîdetê bersivê dide daxwazên pêşverû, çepgir û Kurdan.

Di daxuyaniyê de daxuyaniya Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan ku ji bo bûyerên niha li Tirkiyeyê diqewimin gotibû "Îro 24'ê Nîsana 1925'an e" hat bibîr xist û hat gotin, "Weke Yekîtiya Çandî ya Ermeniyan, em van operasyonên hikûmeta Tirk a bi serkêşiya Erdogan ê faşîst, bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin lîder û parlamenterên HDP'ê, endamên rêxistinên partiyê, rojnamevan û hemû girtiyên siyasî derhal werin bedan."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Avakirina civakeke nû ya xwe dispêre konfederalîzm û sosyalîzmê, ji bo siberojeke baş a hemû gelên li herêmê, yekane rêya rizgariyê ye."