Alp Altinors: Aştî nebe nan jî nîne

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Alp Altinors diyar kir, sedema herî girîng a krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê polîtîkayên şer ên desthilatdariyê ye û got, "Aştî bi qasî nên girîng e. Aştî nebe nan jî nîne."

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alp Altinors, bêqîmetbûna lîreyê Tirk li pêşberî Dolar û Euro ji ANF'ê re nirxand. Alp Altinors diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên avanî dest pê kirine û bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilatdariyê. Altinors destnîşan kir ku di dema şewbê de wan şahidî ji îflasa modernîteya kapîtalîst re kirine û diyar kir ku pirsgirêkên heyî hemû pirsgirêka sîstema kapîtalîst e.

Altinors anî ziman ku buhabûna Dolar û Euro li pêşberî lîreyê Tirk sedem nîne, lê encameke û got, "Rewşa heyî ya aboriyê nîşaneya rûdana pirsgirêkên avanî ye. Bi zêdebûna qîmetê dolar re gel jî aborî jî bi zelalî dibînin ku hin tişt rast nîne, di rê de nameşe. Şerê AKP-MHP'ê ku rê li ber vê pirsgirêkê vekir, welat û aborî xist vê rewşê. Bloka şer, di bin navê pîşesaziya parastinê de razemeniya leşkerî di asteke bilind de zêde kir û bi vî rengî bandor li rêveçûna aboriyê kir. Bi serpêhatiyên leşkerî yên li herêmê re gelek çavkaniyên mezin ji holê hatin rakirin. Dema ku mirov van polîtîkayên şer hemûyan didin ser hev, dibînin ku lîreyê Tirk gelekî xistiye, bêqîmet kiriye."

ZÊDEBÛNA BÊKARIYÊ

Altinors bi bîr xist, li devereke ku hilberîn nebe qîmetê pere wê teqez bikeve û got, "Di dema şewbê de bêkarî zêde bû. Li gorî daneyên TUÎK'ê, heta Nîsana 2020'an rêjeya bêkariyê ketiye. Dema ku qada afirandina kar dinerin, dibînin ku bi rêjeya 52 ji sedî kêm bûye. Daneyên herî rast daneyên Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK-AR) in. Li sektora xizmetê, tenê bi biryarnameyeke Wezareta Karên Hundir re 5 milyon kes bêkar man. Di dîroka Tirkiyeyê de di vê astê de bêkarî qet nebûbû."

PANDEMIYA KAPÎTALÎZMÊ

Altinors diyar kir, ew di demeke welê de ne ku endeksa dolar ketiye, li dinyayê qîmetê xwe kêm bûye û got, "Di rewşeke wiha de jî li lîreyê Tirk li pêşberî Dolar bêqîmet dibe. Dibêjim, 'Em ê lîstikê xera bikin', em meraq dikin ku wê çi bikin. Bêguman polîtîkayên şaş ên desthilatdariya AKP'ê sedemeke. Lê ne pirsgirêk bi xwe ye. Pirsgirêk modernîteya kapîtalîst e. Pandemî pandemiya kapîtalîzmê ye. Li tevahiya cîhanê hate dîtin ku kapîtalîzm nexweşiyek e. Tevgerên civakî yên nû ku bi rengekî radîkal li modernîteya kapîtalîst dipirsin, bivê nevê wê rû bidin.

Tirkiye li tevahiya cîhanê di asta herî bilind de tengav bûye. Welatekî di statuya mêtingeriyê de ye ku ji aliyê aborî ve girêdayî ye. Ji vê jî wêdetir, ji ber pêngavên belavkariya leşkerî ya desthilatdariyê, çavkaniyên heyî jî hatin çikandin. Ev desthilatdarî wê ti carî nikaribe aboriyeke hilberîner ji nû ve li Tirkiyeyê vegerîne. Ji ber ku berjewendiyên xwe bi sermayeyê ve girêdayî ye."

PIRSGIRÊKA KURD DIYARKER E

Alp Altinors destnîşan kir ku bi bidawîbûna pêvajoya diyalogê re ya piştî 7'ê Hezîrana 2015'an, Tirkiye ketiye nava pêvajoyeke tarî û got, "Pirsgirêka Kurd ji aliyê krîza heyî ve gelekî diyarker e. Dema ku mirov bala xwe didin ser aboriya navbera salên 2013-2014'an û aboriya piştî sala 2015'an, ev cudahî bi rengekî vekirî tê dîtin. Bi rêbazên siyasî gelek tişt dikarîbû bihata çareserkirin, lê belê yê ku di rewşeke wiha de mase qeliband û dawî li hevdîtinan anî Erdogan bi xwe ye. Eger bandoreke neyînî li ser aboriyê hebe hingî tê de para wî divê neyê jibîrkirin.

Rêzepolîtîkayên şer hene ku di bin navê 'terorê' de dest pê kirine. Li gorî feraseta wan, bi bikaranîna hêza leşkerî wê karibin meseleyê çareser bikin. Bi navê 'Ez dikarim pirsgirêka Kurd bi rêbazên leşkerî çareser bikim' planeke têkbirinê amade kirin. Bi vî rengî ev agir berdan Rojhilata Navîn û weke welatekî ji rêzê yê Rojhilata Navîn em bûn welatekî ku hem di hundir de şer heye hem jî li asta herêmî di nava şer de ne. Di atmosfera bêşer û diyalogê ya dema 2013-14'an de perspektîfa hatibû afirandin gelekî cuda bû.

Ev hemû di 7'ê Hezîranê de têk çûn. Nêzîkatiya ji aliyê siyasî ve 'Bi vî karî bi ser nakevin, wê demê ez ê maseyê biqelibînim', Tirkiye 5 sal in xistiye nava pêvajoyeke tarî. Pîşesaziya şer û artêş veguherîne her tiştî. Gel veguherîne objeyekê ku leşkeran ji artêşê re peyda dikin û bi baca xwe artêşê fînanse dikin. Di demekê de ku mîlîtarîzm ewqasî tê nepixandin, li qada aboriyê rewşeke cuda rû nade. Aştî îro bi qasî nên pêwîst e. Aştî nebe nan jî nîne, ev gelekî zelal û eşkere ye."