Alimê olî Alkan: Tişta ku li cenazeyan tê kirin zalimtî ye

Alimê olî Abdullah Alkan diyar kir dema cenazeyên gerîlayan teslîmî malbatan neyê kirin û li hemberî cenazeyan û malbatan miameleya xerab were kirin, ev ‘zalimtî ye’.

Dewleta Tirk li hemberî cenazeyên gerîlayan û kesên li hemberî hovîtiya dewleta Tirk de şehîd bûne, tiştên dûrî mirovahiyê dike.

Cenaze carinan çend meh û sal şûnde tê teslîmkirin. Dema tê teslîmkirin jî miameleya xerab tê kirin. Di dema veşartina cenazeyan de jî heman feraset dikeve dewrê. Gelek cenaze bêyî malbatan tê veşartin û li hemberî kesên cenazeyan werdigirin jî zextên mezin tê kirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê di 2’ê Kanûna 2015’an de jî qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û di dema berxwedana li hemberî terora dewletê de Hakan Arslan şehîd bûbû. Piştî 7 salan hestiyên Hakan Arslan di torbeyekî de teslîmî bavê wî hatibû kirin.

Cenazeyê endama YJA-STAR'ê Hamiyet Yalçinkaya (Leyla Amed) ku di meha Çileyê de li herêma Besta ya Şirnexê di pevçûnekê de şehîd bibû, tevî hemû hewldanên malbatê jî piştî mehekê hate wergirtin.

‘EV TIŞT ZALIMTÎ YE’

Endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Alimên Olî (DÎAYDER) Abdullah Alkan bertek nîşan da û got, "Tişta ku hatiye kirin hem di ola Îslamê de hem jî di feraseta mirovahiyê de xelet e."

Alkan got, “Zilmkar nahêlin ku em li gorî baweriya xwe cenazeyên zarokên xwe veşêrin û vê tişta ku dikin zalimtî ye. Ev di ola Îslamê de tune, di nav feraseta mirovahiyê de jî şaş e. Niha kesên ku li ser navê Îslamê dewletê bi rê ve dibin, hurmetê nadin nijada xwe jî û nadin nijadên din jî.

‘DIYANET BI KEVNEŞOPIYEKE FAŞÎST TEVDIGERE’

Alkan destnîşan kir ku melayên Diyanetê ji dêvila tiştên ku ji aliyê Xwedê hatiye gotin, tişta ku Diyanet dibêje dike ûg ot “Diyanetê bawerî û nirxên xwe ji bîr kiriye û bi kevneşopiyeke faşîst tevdigere.”

Mele Alkan got, "Eger ol ji bindestan re nebe derman û ne alîgirê wan be, tê wateya ku naveroka wê feraseta olê hatiye valakirin û ji rastiya xwe hatiye dûrxistin. Ji ber ku ol her dem li hemberî zalimên wekî Fîrewn bûye.”