Alîkariya ku koma çekdar asteng kiribû li ser riya Efrînê ye
Alîkariya ku koma çekdar asteng kiribû li ser riya Efrînê ye
Alîkariya ku koma çekdar asteng kiribû li ser riya Efrînê ye
Alîkariya ku ji bo penaberan duh ji aliyê Desteya Bilind ve ber bi Efrîn û Kobanê ve hatibû birêkirin, lê di navbera Serêkaniyê û Kobanê de ji aliyê koma çekdar Cebhet El-Nasra ve hatibû astengkirin, li ser hewldanan dîsa derxistin rê.
Desteya Bilind a Kurd duh 10 qamyon alîkarî ji bo welatiyên ku ji ber êrîşên rejîma Sûriyeyê koçber bûne, herêma Cizîrê ber bir bajarên Efrîn û Kobanê ve derxistibûn rê. Lê karwanê alîkariyê di navbera Serêkaniyê û Kobanê de ji aliyê çekdarên Cebhet El-Nesra ve hatibû rawestandin û destur nehatibû dayîn ku derbaz bibe.
Piştî astengkirinê, ruspiyên herêmê ketin dewrê û xwestin rê bê vekirin. Li ser hewldanan rê hate vekirin û karwanê alîkariyê ber bi Efrîn û Kobanê ve birê ket.