Alîkariya ji bo Xarpêtê hate astengkirin!

​​​​​​​Alîkariya ji bo erdhejzedeyên Xarpêtê paşve hate şandin.

Li gorî agahiyên dawî ya erdheja bi pileya 6.8 ya li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê hejmara miriyan bû 35 û zêdetirî 1600 kes jî birîndar in.

LI SILOPÎ Û AMEDÊ KAMPANYA

Şaredariya HDP’ê ya Sîlopiyê, ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê, dest bi kampanyaya piştevaniyê kir.

Şaredariya Sîlopî ya Şirnexê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê dest bi kampanyaya piştevaniyê kir. Şaredariyê di daxuyaniya da de wiha got: “Em li gelê bajêr daxwaz dikin ku ji bo betanî, erzaq, cil û paçên zarokan alîkarî bikin.”

Şaredariyê diyar kir ku ew ê di demek kurt de alîkariyê li garaja agirkuj berhev bikin û bibin herêma erdhejê.

Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo piştevaniya mexdûrên erdheja Xarpête, kampanya alîkariyê dan destpêkirin.

Di 24'ê Çile de li Xarpêtê erdheja hêza wê 6.8 pêl pêk hatibû. Di erdhejê de li gorî daneyên AFAD'ê herî dawî 35 kes mirin û 72 avahî hilweşiyabûn. 514 avahiyan jî zerakek mezin dîtibûn. Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Amedê, ji bo erdheja ku roja 24'ê Çile li Xarpêtê pêk hat û herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest da daxuyanî da û diyar kirin ku ji bo piştevaniyê kampanya alîkariyê dane destpêkirin. HDP'ê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir u kampanya ji bo batanî, zexîre, cil û pêdiviyên ji bo jin, zarok û mezinan dane destpêkirin. HDP'ê bang li hemû dildaran kir û xwest ji bo şêwirmendiyê alîkarî bikin û têkevin nava piştevaniyê. HDP'ê anî ziman ku alîkariya bê dê li Şaredariya Erxenî kom bikin û bi rêya şaredariyê bigînin malbatan.

ALÎKARIYA HDP’Ê HATE ASTENGKIRIN

Walîtiya Xarpêtê 2 kamyonên alîkariyê yên Şaredariya HDP’ê ya Erxeniyê ji bo mexdûrên erdhejê şandibûn, di ketina bajêr de asteng kirin û paşve şandin.

Şaredariya Navçeya Erxenî ya Amedê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, 2 kamyonên alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê şandin Xarpetê. Polîsan di ketina bajêr de her 2 kamyonên alîkariyê rawestandin û paşve şandin. Her 2 kamyonên alîkariyê yên ji Erxeniyê ketin rê, bi fermana Walîtiya Xarpêtê destûr nehat dayîn ku bikevin bajêr. Polîsan diyar kirin ku ew ê di çarçoveya fermandariya Walîtiyê de kamyonan nexin bajêr û dan zanîn ku ew ê ji derveyî alîkariyên ekîbên AFAD’ê tu alîkariyên din qebûl nekin.

Li ser vê yekê her 2 kamyonên alîkariyê, ji Xarpêtê heya Erxeniyê di dorpêça polîsan paşve şandin.

CENAZE TÊN VEŞARTIN

2 cenazeyên ku di erdheja hêza wê 6.8 pêl di 24'ê Çile de pêk hat di bin kavilên xaniyan de mabûn, piştî ji bin kavilan derxistin defin kirin.

Di 24'ê Çile de li Xarpêtê erdheja hêza wê 6.8. pêl pêk hatibû û heta niha hejmara miriyan bû 35 kes. Di lekolîn û lêgerînê de, li taxa Sursuru ya Xarpêtê, ji bin kavilên xerabe di nava rojê de 3 cenazeyên din hatin dîtin û derxistin. Ji cenazeyên 3 kesan nasnameya Berna  Enes Sertdemîr hatin eşkerekirin.

Cenazeyên 2 kesan rakirin morga nexweşxaneyê. Piştî otopsiyê cenaze ji aliyê xizmên wan ve hatin wergirtin. Hat diyar kirin ku cenazeyê sêyemîn jî yê bavê Berna Aslan Cengiz e. Xizm û malbatên Berna û Enes cenaze wergirtin û birin Goristana Gulmez defin kirin. Hat diyar kirin ku hevjîna Aslan Cengiz, Nermin Cengiz jî hêj di bin kavilan de ye. Cenazeyê Aslan Cengiz jî ji bo definkirinê li bendê ye ku Nermin Cengiz ji bin kavilan derxin.