Alîkariya ji bo Rojava hat komkirin hat şandin
Alîkariya ji bo Rojava hat komkirin hat şandin
Alîkariya ji bo Rojava hat komkirin hat şandin
Bi pêşengiya şaredariya Nisêbînê kampanyaya ku ji bo Rojava hatibû destpêkirin, li navçeyê bi piştgiriya saziyên civakî berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de alîkariya ku ji Colemêrg, Cizîr, Manîsa û Stenbolê tên û li Navenda Çanda Mîtaniya Nisêbînê ku tên komgirtin, ji bo bigîhîje bajarê Qamişlo di Deriyê Sînor ê Nîsêbînê hat şandin.
Amûrên ku ji ard, birinc, pêwîstiyên zarokan û potên zarokan û şekir pêk tên bi giştî 150 ton li 9 kamyon û TIR'ekê hat barkirin û ji bo biqîje gelê Rojava birê ket.
Beriya ku wesayit bi rê bikevin rêveberê ÎHD'a Colemêrgê Cemal Sezgîn diyar kir ku bi taybetî jin û gelê Colemêrgê ji bo piştgiriyê bidin gelê Rojava seferber bûne û wiha axivî:
"Me di alîkariyê de bi taybetî girîngiyê da hewcedariyê jinan û zarokan. Em ji jinên Colemêrg û gel re spasiyên xwe dikin ji ber ku alîkariyê dane."
Piştî Sezgîn xebatkarê Şaredariya Cîzrê Dijwar Dîrekçî axifî û anî ziman ku li Cîzrê amûrên ku hatine komkirin bi 5 kamyonan şiyandine Nisêbînê û da zanîn ku ew ê ji bo gelê Rojava dê hertim di nava piştgiriyê de bin.
Piştî Dîrekçî Alîkarê Şaredariya Nisêbînê Ahmet Dînç ji ber alîkariya ku ji Rojavara hatiye dayin spasiya xwe kir û daxwaz kir ku amûrên ku hatine totkirin divê roja çarşemê bigihîje Nisêbînê.
Li Cîzreya Şirnexê jî kampanyaya ku ji bo Rojava hatibû destpêkirin berdewam dike û di çarçoveya kampanyayê de dinava çend hefteyan de bi dehang kamyon amûrên jiyanê û xûrek hatin komkirin.
Bi hewildanên BDP'a Cîzrê û nûnerên saziyên sivîl amûrên ku hatin topkirin di enbara şaredariya Cîzreyê de ji bo di demên pêş de bê şandin hatiye seknanadin.