Alîkariya girtiyan a ji bo Rojava berdewam dike

Alîkariya girtiyan a ji bo Rojava berdewam dike

Girtiyên li 1-2'emîn girtîgehên Tîpa F ya Sîncanê, Girtîgeha Tîpa E ya Bûrdûrê û Girtîgeha Tîpa E ya Çankiriyê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê dan dest pê kirin. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyan 3 hezar û 430 TL. pere ji Rojava ra şand.

Girtiyên li 1-2'emîn girtîgehên Tîpa F a Sîncanê, Girtîgeha Tîpa E ya Bûrdûrê û Girtîgeha Tîpa E ya Çankiriyê yên KESK, PAJK, Dîrenîş Hareketî, KDO, MLKP, TÎKB û TKP/ML ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya alîkariyê de girtiyan 3 hezar û 430 TL pereyê komkirin bi riya malbatên xwe re ji Rojava re şandin. Girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Bûrdûrê diyar kirin ku, wan dest ji çixareyê berdane û 500 lîra di nava xwe de kom kirine.