Alîkariya bo Rojava hatibû berhevkirin 8 roj şûnde hat şandin

Alîkariya bo Rojava hatibû berhevkirin 8 roj şûnde hat şandin

Alîkariyên bo Rojava hatibûn berhevkin û 8 rojan li Deriyê Sînor yê Şenyurtê di bin 45 dereceyê de ma, duh êvarê şandin Rojava.

Amûrê hewcedariya lezgîn ya ji bo Gelê Rojava hatibû berhevkirin di 1’ê Tebaxê de gihişt Deriyê Sînor yê Şenyurt a Qoserê. 15 kamyonên alîkariyê, ligel ku teslîmê rayedarên Heyva Sor hat kirin û kar û berê fermî yên pêwist hat kirin jî di roja 8’emîn de di deriyê sînor de derbas bû.  Leşkeran bi kuçikên narkotîk xurek yek bi yek lêgerîn kirin û piştî kontrolê ji ser rayên trenê yên ku Şenyurt û Dirbêjiyê ji hev vediqetîne re derbas bû. Şaredarê Qoserê Ferhat Turk, nûnerên ÎHD’a Mêrdînê, AFAD, Heyva Sor, ekîbên Parastina Sviîl û gelê Qoserê û Şenyurtê konvoya alîkariyê şand. Komyon bi tilîlî û çepikan hat şandin

Her wiha hat diyar kirin ku xurekê bo Rojava çûne dibe ku xera jî bûne.