Alîkariya bakûr gihişte Qamişloyê

Alîkariya bakûr gihişte Qamişloyê

Alîkariyên Platforma Piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re komkirin ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê gihiştin Qamişloyê. Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, xwest ku deriyên sînor ji alîkariyên mirovahî re bên vekirin û wiha got: "Em dixwazin seriyên Qamişlo, Dirbesiyê, Serêkaniyê ji alîkariyên mirovahiyê re bên vekirin û hemû astengiyên pêşiya kampanyayên alîkariyê bên rakirin û deriyên sînor ên Serêkaniya binxetê û serxetê ji çeteyan re bên girtin."


Alîkariyên Platforma Piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re komkirin ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê gihiştin Qamişloyê. Heyeta di nav de Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, Şaredar Nisêbînê Ayşe Gokkan, Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, Berdevkê Platformê û Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Seydî Firat, Nûnerê Odeya Sanatkar û Esnafan ê Nisêbînê Abdulganî Bîlge, Nûnerê Egîtîm Sen'ê yê Nisêbînê Abdullah Gokçe, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî jî heye j sînor derbas bûn. Piştî alîkarî ji sînor derbasbûn teslîm Komeleya Civakî ya Sivîl a Qamişloyê hatin kirin.

Piştî kamyon derbasbûn heyet ji wir veqetiya û hate Navenda Çandê ya Mîtanniyê. Li vir heyet ji aliyê Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz, Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP'ê Kamîl Tekîn Surek, Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Fethiye Ok, Endamê MYK'ê yê Egîtîm Sen'ê Abdullah Karan, Endama MYK'ê ya KESK'ê Meryem Çag, Endamê Meclîsa BDP'ê Haluk Katar, gele nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî ve hate pêşwazîkirin. Li vir pankarta "Ji vîna gelan re rêzdarî ji amborgoyê re na" hate vekirin.

Li ser navê platformê Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, diyar kir ku divê ji bo alîkariyên mirovahî sînorê Rojava bê vekirin û hemû astengên li pêşiya alîkariyan bên rakirin. Teker, xwest ku sînor jî alîkariyên mirovahiyê re bên vekirin û wiha got: "Em dixwazin deriyên Qamişlo, Dirbesiyê, Serêkaniyê ji alîkariyên mirovahiyê re bên vekirin û hemû astengiyên pêşiya kampanyayên alîkariyê bên rakirin û deriyên sînor ên Serêkaniya binxetê û serxetê ji çeteyan re bên girtin." Nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî bi heman armancê axaftin kirin.