Alîkarê Wezîrê Bazîrganî yê Îranê hate kuştin

Alîkarê Wezîrê Bazîrganî yê Îranê hate kuştin

Alîkarê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê îranê Sefder Rehmetabadî rastî êrîşa çekdarî hat. Di encama êrîşa çekdarî de Alîkarê Wezîr Rehmetabadî hate kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê Îrna’yê îro Alîkarê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Îranê Sefder Rehmetabadî li Qada Sebelan ya paytext Tehranê di wesayîta xwe de rastî êrîşa çekdarî ya kesên nenas hatiye. Hat gotin ku, guleyek li singa wî yek jî li serê wî ketiye.