Alîkarê Waliyê Tirk li xwe mikur hat: Ji xwe planên me li ser Sûrê hebûn

Alîkarê Waliyê Tirk ê li Amedê Bîrcan li xwe mikur hat ku têkildarî Sûrê plana wan a êrîşên ji bo qirkirinê hebû û got, "Ji xwe planên me li ser Sûrê hebûn."

Navçeya Amed Sûrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi mehan hat dorpêçkirin û bi êrîşên ji bo qirkirinê re rewşa bajêr a dîrokî hat tinekirin. Ji bo vê xisara li avahiyên dîrokî yên di bin parastina UNESCO de ne binixumînin, civîna Desteya Parastinê hat lidarxistin. Di vê civînê de 6 xalên ku Midûriyeta Emniyetê ya Amedê pêşkêşî Desteya Herêmê ya Parastina Hebûneyên Çandî yên Amedê, hat qebûlkirin. Di heman civînê de 2 madeyên din jî hatin qebûlkirin.

Alîkarê Waliyê Tirk ê li Amedê Taner Bîrcan ê di civînê de amade bû, dema li ser daxwazan nîqaş dihat kirin, li xwe mikur hat. Bîrcan got, "Ji xwe planên me li ser Sûrê hebûn."