Alîkara Seroka Giştî ya CHP’ê Onanç îstîfa kir

Alîkara Seroka Giştî ya CHP’ê Onanç îstîfa kir

Hate îdiakirin ku, Alîkara Seroka Giştî ya CHP’ê Gulseren Onanç îstîfa kiriye. Onanç girêdayî pêvajoya çareseriyê ji baskê netewperest yê partiya xwe cûdatir dinirxand.

Li gorî nûçeya malpera Gerçek Gundem; Alîkara Seroka Giştî ya CHP’ê Guleseren Onanç ji peywira xwe îstîfa kir. Onanç duh piştî civîna MYK’ê îstîfaya xwe pêşkêşî Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu kir. Kiliçdaroglu jî îstîfa qebûl kir.

Onanç di rojên borî de li Mûşê gotibû, “Hilbijêrên CHP’ê sedî 65 piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û aştiyê dixwazin”. Hevpeyvîna ku dayî Rojnameya Cumhuriyetê ji PKK’e re gotibû ‘gêrîla’ û piştî wê tê gotin Onanç ji baskê netewperest yê partiyê rastî bertekan hatibû.