Alîgirên futbolê jî dê bên qeydkirin
Alîgirên futbolê jî dê bên qeydkirin
Alîgirên futbolê jî dê bên qeydkirin
Di dema bûyerên Gezî de alîgirê futbolê jî piştgirî dan berxwedanê û vê Enqere xist nava tevgerê. AKP dê bi pergala bîlet ya elektronîk ku dikeve pêkanînê re li stadan dê bi mîlyonan alîgirên maçê temaşe dike qeyd bike.
Ligorî n3uçeya ku rojnameya Cumhuriyetê di manşeta xwe de daye de bi pêkanîna bîleta elektronîk re bi hevkariya Federasyona Futbolê re di pêngava yekemîn de dê 5 mîlyon hezkiriyên futbolê bi hinceta e-bîlet re dê bikeve bin qeydê. Hezkiriyên futbolê yên ku numareya welatînbûnê, wêne, navnîşana malê, agahiyên nasnameyê beyan nakin dê ji meha nîsana 2014’an de maçan temaşe nekin.
Pêkanîn destpêkê dê li Stadên Şukru Saraçoglu ya Kadikoy û Turk Telekom Arena dest pê bike û heta meha nîsana 2014’an di maçên Lîga Sper de belav bibe.