Aldar Xelîl: Em serê xwe ji kesî re danaxin

Aldar Xelîl: Em serê xwe ji kesî re danaxin

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl ê ji bo civînên di navbera partiyên Kantonên Rojava û partiyên Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li Başûrê Kurdistanê ye got, “Em dixwazin ku birayên me yên van partiyan tevlî rêveberiya me bibin. Bi rastî ew li erdê bê rê û çare mane. Em jî naxwazin ku wan li erdê bihêlin. Dibe ku tevlî rêveberiyê bibin û eger bixwazin jî dikarin wekî muxalefet kar bikin da ku bêhtir projeya me ya Xweseriya Demokratîk bi ser bikeve. Lê bila ew baş zanibin ku em tu caran bazaran li ser berxwedanê û xwîna şehîdên nakin û serê xwe ji kesî re danaxin."

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ê ji bo civînên di navbera partiyên Kantonên Rojava û partiyên Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li Başûrê Kurdistanê ye, beşdarî Bernameya Bûyer a Ronahî TV bû û nirxandinên girîng kirin. Xelîl bal kişand ser belavbûna 'terorê' bi destê hêzên tarî pêk hatiye û da zanîn ku eger hêzên navneteweyî dixwazin ji 'terorîstan' xelas bibin bila girêka 'terorê' vekin, alîkariya jêre tên dayîn qut bikin û piştgiriya berxwedana rûmetê ya Kobanê ku ev meheke di asta herî bilind de didome bikin. Xelîl wiha anî ziman: "Divê li her derê şerê DAIŞ'ê were kirin û hêzên navneteweyî piştigiriya şervanên YPG/YPJ'ê ku li hemberî dijwariya 'terorê' sekinîne û bi derfetên kêm li ber xwe bikin, ji YPG'ê re alîkariya çek, xwarin û hemû cureyên alîkariyan pêşkêş bikin. Divê ji bo parastina sivîlan û xurtkirina berxwedanê korîdoreke bi ewle vekin. Divê berxwedana bi hemû cureyan were destekirin, lê ne li ser hesabê gel û xwîna şehîdan an jî li gorî bazarên aliyan be."

'BÊGUMAN KOBANÊ BI SER KETIYE'

Di berdewamiya axaftina xwe Aldar Xelîl got: "Bêguman Kobanê bi ser ketiye. Em bi serkeftina xwe re çûne Başûrê Kurdistanê û li ser esasê van serkeftinan em li Başûr dicivin. Aliyên ku li ser me dibêjin bi lewaztî diçin, xuyaye naxwazin vê serkeftinê bibînin an jî qebûl bikin. Lê çûyîna me ji bo bêhtir xurtkirina berxwedana Kobanê ye. Li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk heye. Vê rêveberiyê li ser erdê xwe îsbat kiriye, hatiye qebûlkirin û bingeha xwe xurt kiriye. Partiyên siyasî yên li derveyî rêveberiyê man, ji Koalîsyona Sûriyeyê, ji Artêşa Azad û hêzên din jî mehrûm man. Em dixwazin ku birayên me yên van partiyan tevlî rêveberiya me bibin. Bi rastî ew li erdê bê rê û çare mane. Em jî naxwazin ku wan li erdê bihêlin. Dibe ku tevlî rêveberiyê bibin û eger bixwazin jî dikarin wekî muxalefet kar bikin da ku bêhtir projeya me ya Xweseriya Demokratîk bi ser bikeve. Lê bila ew baş zanibin ku em tu caran bazaran li ser berxwedanê û xwîna şehîdên nakin û serê xwe ji kesî re danaxin."

'KES NIKARE LI SER XWÎNA ŞEHÎDAN BAZARIYÊ BIKE!'

Aldar Xelîl girêdayî mijara avakirina hêzeke hevbeş li Rojavayê Kurdistanê wiha got: "Li gorî agahiyên min li qadên parastina rûmeta Rojava, li çeperên şer û li hemû meydanan heta niha bêhtirî hezar şehîdên Yekîneyên Parastina Gel çêbûne. Ne ji heqê me yan jî ji heqê tu aliyî be ku siyaset û bazaran li ser xwîna van şehîdan bike. Yên ku siyasetê li ser xwîna şehîdên me bike hê nebûye. Di nava zagonên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de Qanûna Pêkanîna Erka Xweparastinê heye. Kesên di çarçoveya vê qanûnê de xebatên parastinê bikin nabin endamên YPG. Ew dibin endamên artêş an jî hêza ku Rojavayê Kurdistanê diparêze. Ev partî îdîayên ku bi hezaran leşkerên wan heye. Eger rast be bila tevlî vê hêzê bikin û erka xwe li hemberî van êrîşên pêk bînin. Eger bi rastî jî hêz wan leşkerên wan hebaya wê demê wê parastina mal û navendên wan ên bajarê Kobanê bikirana û ji Kobanê nedireviyan."

'HÊZÊN KOALÎSYONÊ DI VAN ÇEND ROJÊN DAWÎ DE ÊRÎŞÊN BI BANDOR DIKIN'

Xelîl bal kişand ser êrîşên hewayî yê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê û wiha axaftina xwe domand: "Di van çend rojên dawî de Koalîsyona Navnetewî êrîşên bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li derdora Kobanê pêk tîne. Ji rojên destpêkê yên êrîşên çeteyên DAIŞ'ê heta beriya 5-6 rojan balafirên Koalîsyonê bi xemsarî êrîş pêk dianîn û wekî ku li wan nedida. Lê di rojên dawî de êrîşên wan bi bandor bûn. Em bi hêvî ne ku êrîşên hewayî dewam bikin û  bêhtir li çeteyan bidin."